Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Salı - 13 Mayıs 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela

Wisa diyar e R.Erdogan, hem serê xwe hem jî serê dewleta xwe xiste belayeke mezin.

Li gorî ez guman dikim, çîroka vê S-400’an, ne weke ku tê gotin e. Li gorî dîtina min, ev agahîdayîna kirîn-firotinê, ne rast e derew e, tenê ji bo xapandina raya giştî ye. Ji gumanê wêdetir, ez ji destpêka vê agahiyê ve heta îro, her dibêjim ‘ev bi tenê qelenê-firotina Efrînê bû!’

Di her du waletan de jî; weke ku an rast be û bazar li ser hatibe kirin û bi 3 milyar dolaran hatibe kirin, an jî weke nêrîna min qelenê Efrînê be, di encamê de tu qezenca dewleta Receb û Devlet çênebû ye, berovajî bûye bela li serê wan. Weke şaîrê mezin Cîgerxwîn dibêje; Malê wan bûye bela li serê wan!

Piştî DYA’yê niha NATO jî hişyarî li ser hişyariyê dide û heta Tirkiyeyê tehdît dike li ser vê bazara S-400’an. Jixwe dema ku weke mohlet dabû Tirkiyeyê, ji bo ji vê bazarê vegere; 7’ê hezîranê bû û îro temam bû.

Bêguman belayên li ser serê Reîsê Serayêne, ne ev bi tenê ne. Hema yekser bi vê ve girêdayî plansaziya wan a Idlibê hildiweşe. Ev mijarek herî mezin bû ji bo qeyimkirin û domkirina tifaq û hevalbendiya navbera her sê dewletan; Tirkiye-Rûsya-Îran. Lê xuya dibe ku histûna herî stûr a konê vê peymana siyasî ketiye erdê. Ji alîkî vê hêzên leşkerî yên Rûsya û Suriyeyê êrîş dibin bi ser hêzên hevalbendên Tirkiyeyê yên li Idlibê, ji aliyê din ve ew hêzên qatil û qirker, xwe bi xwe bi hev ketine û bi hev re şer dikin.

Helbet divê neyê jibîrkirin, hêzên HSD û Hêzên Taybet ên Efrînê, derbeyên mirinê li van hêzên qatil ên kirêgirtiyên Tirkiyeyê dixin.

Tirkiye, ji bo awaziya xwe vegerîne û hinekî bala raya giştî ji ser Rojava û bi taybetî ji Efrînê dûr bixe, êrîşên xwe yên qirker û dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û bi giştî li Başûr zêdetir dike.

Erê van êrîşên xwe, bi rêya hemû medya û çapemeniya xwe serkeftî dide xuyakirin. Lê ne rast e, erê zirar û ziyanek mezin dide erdnîgariya welatê me û welatiyên me, her wiha hinek gerîla jî şehîd dikevin, belê derbeyên herî mezin û yên mirinê ew jî li vir dixwin. Serkeftina wan her nabe, lê ji ber wahşet û zilimkariya wan, helbet gelê me pir êş û xemgîniyan dikişînin.

Ez bawer dikim, ji ber ku yek ji sedemên herî mezin jî, helwesta rêveberiya Başûr û bêdengiya dewletên Ewropayê dibînin, gazincên herî mezin jî li wan dike.

Rêveberiya Başûr, li gel ku li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta tirk helwestek dijber nîşan nade, niha jî di nava hefteyekê de buroya Huda-Parê li Hewlêrê bi awayekî fermî daye avakirin. Ev partiye ku berê bi navê Hizbullahê li dijî gelê me, bi kurtayî heman kiryarên DAIŞ’ê pêkanîne. Lê belê buroya HDP ev 7 sal e li Hewlerê hatiye vekirin lê hêj fermiyetî nedane!

Helwestên hinek sazî û kesayet û siyasetmedarên navdar ên hinek dewletan ên li dijî siyaseta R.Erdogan, lawaz be jî hene. Weke mînak hinek Enstitûyên Aştiyê yên Almanyayê rapora xwe ya aştiyê ragihandine û ji YE’yê xwestiye ku têkiliyên xwe, ji dewletên weke Tirkiye û Libyayê, yên otorîter û zilumkar qut bikin. Her wiha tê gotin ku ji ber helwestên xwe yên baş, waliyê bajarê Kassel ê Almanyayê ji aliyê rastgiran ve hatiye kuştin.

Siyaseta qirêj a li dijî berjewendên gelan û bi giştî li dijî jiyana azad û civaka demokrat, dawiyê li serê xwediyên xwe jî dibin bela!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar