Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

Şahidê Komkujiya Dêrsimê hunermend Silo Qiz rehmet kir

Hunermend Silo Qiz ku hemû endamên malbata xwe di Komkujiya Dêrsimê de winda kirin û şahidê Komkujiya Dêrsimê bû, di 104 saliya xwe de li gundê xwe yê Millî yê Dêrsimê rehmet kir

Kemanjen Silo Qiz ku hemû xizmên xwe di Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an de winda kir, li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) di sibeha îro de li gundê Millî yê Dêrsimê koça dawî kir.

Silo Qiz ê li Gundê Millî yê Dêrsimê bi tena serê xwe dijiya. Qiz weke kesekî ku êş û hemû bûyerên 1938’an û baweriya elewîtiyê kiriye awaz û stran dihat nasîn. Dengê keman û stranê wî li herêma Dêrsimê belav bûbûn. Ew hunermendek bû ku li ber dengê kemana wî hemû bîranînên komkujiya Dêrsimê û êş kişandina herêmê zindî dibû.

Dê cenazeyê Silo Qiz sibê li gundê Millî were veşartin.

Silo Qiz li Dêrsimê nêzî sed sal in helbestan dihûne û hosteyê kemanê ye. Hêj di temenê 5 saliyê de bavê wî,  fêrî kemanê dike. Piştî demekê jî distre jî. Êş, kêfxweşî, serpêhatî û bûyerên bi serê gel de hatine bi awayekî hosteyî distriya û dikir huner. Piranî hunera xwe li dawet û cihên şînê yên gundan dikir. Silo Qiz yek ji şahidê zindî yê Serhildana Dêrsimê ya 1938’an bû. Piştî berxwedan û komkujiyê êdî wî hemû stran ango helbestên xwe li rastiya wê demê dihûnand. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar