Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Salih Muslim: DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Tişrînê dike

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim Tirkiye di daxwazên xwe de ne dirûst e û got: “Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar heye. Artêşa ku êrîşî Bendava Tişrînê dike jî artêşa DAIŞ’ê ye. Tirkiye piştgiriya wê dike. Ji bo rawestandina êrîşan divê hêzeke navneteweyî were herêmê û parastina bendavê bike.”

Bi hilweşîna rejîma Esad re êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bû. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê sivîlan bombebaran dike û şehîd dixe. Hevserokê berê yê Yekitiya Partiya Demokrat (PYD) Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê û geşedanên li Kurdistanê ji Ajansa Welat re nirxand.

Salih Muslim têkildarî hevdîtina Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya Kurd pir girîng e û wiha got: “Me her tim qala yekitî û yekrêziya Kurdan dikir. Lê daxwaza me ya yekitiyê ji aliyê PDK’ê ve her tim bi neyînî dihat bersivandin. Lê vê carê piştî bangawaziyan hevdîtin pêk hatin. Ew hevdîtin bêguman ji bo yekitî û yekrêziya Kurdan girîng e. Di hevdîtinê de jî gotibûn pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka hemû Kurdan e. Divê piştgirî bê dayin. Pêşniyarên xwe jî ji hev re kirine. Ji bo partiyên Kurd Mazlûm Ebdî qebûl bikin û bi pêşengiya wî ji hikumeta Şamê re hevdîtinan bike. Li ser vê yekê soza piştgiriyê dabûn. Hevdîtin bi her awayî baş bû. Xebatên yekitiya netewî jî berdewam dikin. Çend roj berê bi beşdariya hemû partiyên Kurd civînek jî pêk hat. ENKS’ê jî soz dabû ku beşdarî civînê bibe lê dereng mabû û beşdar nebû. Heta çend rojên din ENKS’ê dîsa tev li nebe wê partiyên Kurd di nav xwe de hevpeymaneke çêbikin ku Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê bi yekrêzî tevbigerin.”

Salih Muslim bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê û xetereyên wê li ser herême û axaftina xwe wiha domand: “êrîşên Tirkiyeyê bi armca hilweşandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk berdewam dike. Piştî hilweşîna rejîma Baasê SMO bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşî herêma Kurdan kir û xwest herême dagir bike. Armanca wan ew e ji Bendava Tişrînê derbas bibin û Kobanê dorpêç bikin. Li dijî vê yekê li Bendava Tişrînê berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Artêşa ku êrîşî Bendava Tişrînê dike jî artêşa DAIŞ’ê ye. Tirkiye jî li pişt wan e. Tirkiye jî bi balafir û dronên xwe êrîşî herême dike û welatiyên sivîl qetil dike. Bi berxwedana Tişrînê pêşiya wan çeteyan hatiye girtin û êrîşên wan hatine şikandin.”

Salih Muslim bi lêv kir ku êrîşên li ser Bendava Tişrînê xetereya karesatekê mezin bi xwe re tînê û wiha pê de çû: “Bendava Tişrînê hem ji aliyê dabînkirina pêdiviya avê ya herêmê û hem jî ya ceyranê xwedî taybetmendiyekê ye. Ji bo jiyana mirovên herême cihekî gelekî girîng e. Tirkiye jî dixwaze bendavê derbas bike yanî rê vebike. Armanc ew e ku derbasî aliyê vî aliyê Firatê bibin. Ji ber wê jî şerekî dijwar heye. Heke hêzeke navneteweyî were herêmê û parastina bendavê bike wê gelekî baş bibe ji bo rawestandina êrîşan. Jixwe pêşniyareke me jî hebû ku ji bo parastinê hêzeke navneteweyî were. Lê ya herî girîng ew e ku Tirkiye demildest êrîşên xwe û piştevaniya xwe ya ji bo çeteyan rawestîne.”

Salih Muslim derbarê hevdîtinên bi Rêberê Apo re jî anî ziman ku Tirkiye di xwestekên xwe de nedirûst e û wiha bi dawî kir:“Em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên ku bi birêz Abdullah Ocalan re pêk tên bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Li vir çavê me jî li wan hevdîtinan e. Heke pirsgirêka Kurd bi awayekî diyalogê li Bakurê Kurdistanê çareser bibe êrîşên li ser Rojava jî wê kêm bibin. Ji ber wê yekê em jî bi hêvî ne ku bi Rêbertiyê re diyalogek çêbibe. Lê ji aliyê din vê jî gumanên me hene. Gumana me ew e ku pêvajoya derbas bûyî careke din dûbare bikin. Wê demê jî qala aştiyê û çareseriyê dihat kirin. Di xwestekên xwe de ne dirûst in ji ber vê yekê em bi guman nêzîk dibin.”

Salih Muslim: Divê hêzeke navneteweyî were Tişrînê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar