Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên hegemon rejîma Sûriyeyê hilweşand û desthilatdariya demkî ava kir. Bi hilweşîna rejîmê re dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkirin û îlhaqkirinê dan destpêkirin. Êrîş niha bi taybet jî li Bendava Tişrînê bi dijwarî didomin. Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarî êrîş û geşedanên li herêmê axivî.
Salih Muslim diyar kir ku êrîşên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin û wiha got: “Şerê li herêma me hêj berdewam e. Tirkiye tevî çeteyên xwe êrişên hewayî didomîne. Li dijî vê gel jî çûye herêmê. Lê Tirkiye ji hewayî ve sivîlan hedef digire. Sivîl ji bo Bendav nebe hedefa êrişan hate wir. Lê niha hedef tên girtin. Hedefa esasî ya êrîşên Tirkiyeyê Kobanê ye. Tirkiyeyê piştî HTŞ’ê rêveberiya Şamê bi dest xistî êrişên xwe zêde kir. Dixwaze herêmên Kurdan dagir bike. Ji bo derbasî Herêma Firatê bibe dixwaze Tişrîn û Qereqozaqê kontrol bike. Lê heta niha bi ser neketiye.”
Muslim bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî êrîşan û wiha got: “Bertekên koalîsyonê tenê di asta dîplomatîk de ne. Li qadê mudaxileyek tune ye. Em, têkiliyên xwe yên bi koalîsyonê re stratejîk dibînin. Ji ber ku li dijî terorîzmê têkoşîn wiha dibe. Êrişên Tirkiyeyê dike ku DAIŞ dîsa bihêz bibe û xwe organîze bike. Ev yek xetereyeke mezin e. Heke êrişên Tirkiyeyê nesekinin, dê ev gef mezintir bibe. HTŞ dibêje ‘em ê tevahiya Sûriyeyê biparêzin.’ Lê tu bertekan nîşanî êrişên Tirkiyeyê nade. Heke jidil bin bila bên em bi hev re Sûriyeyê biparêzin.”
Salih Muslim anî ziman ku li dijî êrîşan yekitiya Kurdan ferz e û wiha domand: “Birêz Mazlum Ebdî û birêz Mesûd Barzanî hevdîtin kir û ev ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî û yekitiya Kurdan, divê gav bidomin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Kurdan axaftin hatin kirin û biryar hat dayin ku rêyên diyalogê vekirî bin. Li dijî êrîşan, em li welatên Ewropayê jî hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em li bendê ne ku DYA jî têkildarî êrîşan daxuyaniyê bide. Em li bendê ne ku Trump ji bo agirbesta berê hatiye îmzekirin dîsa bikeve meriyetê daxuyaniyê bide. Lê em ji bo her tiştekî xwe amade dikin.”
Muslim bi lêv kir ku hevdîtinên bi Rêber Apo re ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî roleke krîtîk in û wiha bi dawî kir: “Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nake û bingeha pirsgirêkên îro jî ev e. Heke bi rêya diyalogê çareser bike, dê êrişên ser me jî bi dawî bibin. Gelê Kurd dilsozê birêz Ocalan e. Çareseriya bi rêya diyalogê dê ji bo her kesî baş bibe. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn niha pêşengtiya demokrasiyê dike. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”