Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Salvegera avakirina ÎHD’ê ya 33’yemîn hat pîrozkirin

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di salvegera avakirina ÎHD’ê de axivî û wiha got: “Heta ku destûra bingehîn a nû û demokratîk neyê çêkirin û wê guhertina destûra bingehîn a sala 82’an a darbekaran çareserîyê pêk neyne.”

Ji ber salvegera avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 33’yemîn li pêşiya avahiya wê ya li Enqereyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ÎHD di 17’ê Tîrmeha 1986’an de ji aliyê 98 kesan hatiye avakirin û li ser maf û azadiya mirovan xebatan dike.

Turkdogan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Xizmên girtiyan, ronakbîr, rewşenbîr, rojnameger, weşanger, akademîsyen, parêzer, mîmar û endezyar ev komele ava kirin. Hinek damezirînerên me jiyana xwe ji dest dan, em bi hurmet wan bi bîr tînin. ÎHD ji dema ku ava bûye û heta îro ji bo demokrasî û mafê mirovan dixebite. Tirkiye ji ber ku nikare kêşeyên xwe yên bingehîn çareser bike, ji dêvila destûra bingehîn a demokratîk berê xwe daye destûra bingehîn a li dijî demokrasiyê. ÎHD’ê her dem mafê aştîyê parastiye û ew ê biparêze jî. Em careke din bi bîr dixînin ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk divê doza kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke aştîyê heye. Di heman demê de divê îradeyeke siyasî derkeve holê ku karibe mafê Elewiyan û yên hemû beşên civakî bipejirîne. Heta ku destûra bingehîn a nû û demokratîk neyê çêkirin û wê guhertina destûra bingehîn a sala 82’an a darbekaran çareserîyê pêk neyne. Ji bo vekirina rêya demokrasiyê divê azadiya îfadekirinê ere pêk were. Heta ku mafê îfadekirinê û azadiya çapemeniyê pêk neyê, rêya demokrasiyê venabe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar