Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

Şande wê van rojan de biçe serdana Rêber Apo

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku hevdîtina li Îmraliyê wê di nava çend rojan de bê kirin."

Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û têkildarî hevdîtina sêyemîn a li Îmraliyê axivî.

Gulistan Kiliç Koçyîgît eiha axivî “Heyeta me wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Têkildarî vê yekê serlêdanên pêwîst wê di nava çend rojan de, îro yan jî sibe bêne kirin. Amadekarî têne temamkirin. Di serdana li Îmraliyê de bi taybetî agahiyên li ser serdanên li Başûrê Kurdistanê û nîqaşên hatin kirin wê ji Birêz Ocalan re bêne ragihandin. Piştî vê hevdîtinê wê bi Birêz Ocalan re dema ragihandina banga dîrokî bê diyarkirin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de wê bibe destpêka serdemeke nû. Em zanin ku ew banga dîrokî wê bê. Pratîkên ku derbê li vê zemîna tifaqa Tirk û Kurd dixin û bendê datînin ber, divê ji aliyê siyaset û civakê ve bêne mehkûmkirin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku piştî banga dîrokî hate kirin wê berpirsyarî bikeve ser milê meclîsê û got, “Piştî ku ev banga dîrokî hate kirin, em bang li meclîsê dikin ku bi berpirsyarî rabe, bikeve bin bar, guhertinên qanûnî ji bo bicihanîna pêwîstiyên vê bangê bike û tavilê bikeve nava liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar