Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir

Şandeya Bexdayê, li Wargeha Mexmûrê ya rastî êrîşa dewleta tirk a dagirker hat, lêkolîn kir û soza dê piştgiriyê bidin gelê wargehê da

Şandeyeke ji rayedarên Wezîrtiya Koç û Penaber a Iraqê û ewlekariya Iraqê pêk tê, serdana Wargeha Mexmûrê ya rastî êrîşa dewleta tirk a dagirker hatibû, kir. Şande li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rayedarên kampê re hatin gelhev û guhdarî pirsgirêkên gel kir.

Endamên şandeyên ragihadin ku ji bo lêkolînkirina êrîşê, pirsgirêkên li kampê û peydakirina rêyên çareseriyê wan ev serdan kirine.

Şandeyê soz da ku wê van daxwazên xelkê kampê parve bike û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo pêşîgirtina li êrîşan, ji bo ewlehiyê em ê hewl bidin. Alîkariya mirovî jî di nav de di gelek mijaran de em ê bibin alîkar.”

Di heman demê de, şandeyê li kampê serdana çend malbatan kir, guh da fikarên şêniyên kampê û li cihê êrîşa ku 5’ê hezîranê pêk hatibû, lêkolîn kir. Şandeyê ragihand ku beriya vegere Bexdayê dê serdanên xwe dewam bikin û alîkariya pêwîst bi kampê re bikin.

Piştî serdan û hevdîtinan, şande vegeriya Bexdayê. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar