Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest da. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de şande serdana sersaxiyê ya li Mêrsînê ji bo Tûrgût hatiye danîn kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di nava şandeyê de cih girtin.

Şande ewilî çû serdana Osman Şîban ku ew jî li gel Tûrgût ji helîkopterê hatibû avêtin û têkildarî rewşa Şîban de agahî girtin. Şîban li mala xwe ya li Mêrsînê tê dermankirin û hêj hişê wî ne li serê wî ye.

Şande pişt re derbasî sersaxiya Tûrgût a li Taxa Halê ya li navçeya Akdenîzê bû. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû di şînê de axivî û got ku tiştên îro diqewimin bûyerên salên 90’î tîne bîra wan.

Ûgûrlû destnîşan kir ku avêtina her du welatiyan a ji helîkopterê ‘hovîtî û îşkence ye’ û wiha got: “Ev li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe sûcê mirovahiyê ye. Divê em mil bidin milê hev û li dijî van hovîtiyan derkevin. Îşkenceya li Servet Tûrgût û Osman Şîban hatiye kirin di heman demê de em îşkenceyek li ser xwe dibînin. Dixwazim me bi îşkenceyê bi edeb bikin. Lê em ê bîat nekin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar