Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Jinên HDP’î û HDK’î çûn serdana Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya ‘edaletê’ li dar dixin

Emîne û Ferît Şenyaşar ku 3 ferdên malbata xwe di êrîşa AKP’iyan de winda kiribûn, 42 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza ‘edaletê’ çalakî li dar dixin. Malbata Şenyaşar roja şemî û yekşemê ji ber qedexeya derketina derve neçûn ber edliyê. Vê sibê malbat dîsa hat ber edliyê û çalakiya xwe domand.

Serdana ji bo malbatê jî berdewam dike. Jinên parlamenter û rêveberên HDP û HDK’ê serdana malbatê kirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Dayikên Aştiyê di nava şandeyê de cih girtin û serdana xwe di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo jinan edalet’ pêk anîn.

Her roj xwesteka edaletê

Di serdanê de Emîne Şenyaşar lorand û destnîşan kir ku êdî ew nikare vê zilmê îdare bike û xwest edalet pêk were.

Ferît Şenyaşar jî jî anî ziman ku ew bi biryardar in, her roj edaletê dixwazin û heta edalet pêk were dê li vir çalakiya xwe bidomînin.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî û diyar kir ku di şertek wiha de daxuyanî dayîn jî zilmek mezin e û tevî ku her tişt tespîtkirine jî lê dîsa edalet pêk nayê.

Ûgûrlû destnîşan kir ku heke pir dirêj jî berdewam bike wê heqîqet cihê xwe bibîne û kujer wê cezayê xwe bikişînin û ev kes ji aliyê civakê ve hatine cezakirin û kes wan efû nake û diyar kir ku ew ji êş û kesera malbatê baş fêm dikin û dê her li cem malbatê bin û daxwaza edaletê bikin.

Endamên şandeyê piştî daxuyaniyê kêliyek li cem Emîne Şenyaşar rûniştin û piştgirî dan çalakiya edaletê. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar