Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Şandeya HDP’ê û KCD’ê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

Şandeya HDP’ê û KCD’ê bi serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam pêk hat

Şandeya ku ji hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, wekîla Serokê Koma HDP’ê û parlamentera Mersînê Fatma Kurtulan, alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve û parlamentera Êlihê Feleknas Uca û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier pêk dihat, li Hewlêrê bi serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Şande, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, berpirsiyarê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî, berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî, berpirsyarê Têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê Ebdulselam Reşîd û berpirsiyarê Komîteya Têkiliyan a PDK’ê Elî Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hat diyar kirin ku şandeya HDP’ê dê îro saet 12:00’an de, bi Serokatiya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re hevdîtinê bike.

Şandeya HDP û KCD’ê duh jî bi serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û nûnertiya KNK’ê re hevdîtin pêk anî bû. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar