Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Şandeya MÎT’ê li Hewlêrê bi partî û saziyan re hevdîtinan dike

Hat gotin şandeyeke dewleta tirk ku ji leşker, MÎT û ji rayedarên konsolosxaneya dewleta tirk a li Başûr pêk tê, bi rojevên cuda bi partî û rêxistinên kurd re hevdîtina dikin

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê re, li başûrê Kurdistanê bertekên hatin nîşandan. Her wiha li hêla din jî siyaseta kurd lez dan xebatên yekitiya neteweyî. Li gorî agahiyên pêbawer, di sedemekê wiha de şandeyeke ku ji leşker û endamên MÎT’ê pêk tê, tevî endamên konsolosxaneya dewleta tirk a li Başûr ev çend rojin derbasî Hewlêrê bûne. Hat zanîn ku ev şande bi partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şandeya dewleta tirk li gel partiyên siyasî, her wiha dixwaze bi sazî, rêxistin û dezgehên din ên başûrê Kurdistanê re jî hevdîtinan bike. Çavkaniyan diyar kir ku her çiqas armanca şandeyê baş nehatibe zelalkirin jî, tê gotin ku şande ji bo tepisandina bertekên gel ên li dijî êrîşên dagirkeriyên yên li dijî Rojava hatine Hewlêrê.

Hewl didin partî û saziyan qanih bikin

Çavkaniyan got ku endamên şandeyê ji rayedarên Başûr re diyar kirine ku li ser navê Erdogan hatine herêmê û îdia kirine ku ne li dijî kurdan in. Şande hewl dide partî û rêxistinên Başûr di van mijaran de qanih bikin. Hevdîtinên şandeyê didomin lê nehat zanîn bê ka dê biçin bajarên din an na. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar