Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 4 Haziran 2025

Şandeya pispor li herêma ku wê HES bê çêkirin lêkolîn kir

Şandeya ku ji kesên pispor pêk tê, piştî ku cara duyemîn ji bo HES a li Geliyê Zorê cara duyemîn rapora “ÇED erênî ye” hate dayin, çûn herêmê û lêkolîn kirin. Şandeya daxuyand ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê bidomînin.

Dewleta Tirk a dagirker li ser gel û erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistanê bi destên şîrketên xwe qir dikin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo Santrala Enerjiya Hîdroelektrîkê (HES) ya ku tê plankirin li ser Çemê Zorê yê di navbera navçeya Pasûr a Amedê û Sason a Êlihê de were çêkirin, cara duyemîn rapora “ÇED erênî ye” dabû. Bi daxwaza rawestandina cîbicîkirina biryarê û betalkirina wê, doz hatibû vekirin. 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê jî di çarçoveya dozê de biryar dabû ku şandeya kesên pispor li herêmê keşfê bike. Di vê çarçoveyê de şande duh çû herêmê û keşf kir. Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê, Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û gelek kes tev li bûn.

Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’ê têkildarî keşfa kesên pispor li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Weke Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’a Amedê em tevî Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê beşdarî lêkolîna keşfê bûn. Em careke din dibêjin ku dê li dijî qirkirinên xwezayê yên li Kurdistanê tên kirin û jêneveger in, em ê her tim pêvajoyên hiqûqî bişopînin û dê her tim li gel dar, ax, av û gelê xwe bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar