Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

​​​​​​​Şandeya Rojava bi parlamenterên Awisturyayê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Awisturyayê bi parlamenterên Awisturyayê re civiya û daxwaz kirin ku; ‘Awisturya û hêzên navneteweyî li hember van dosyayan bi berpirsyariya xwe rabin, desteka siyasî û aborî bidin Rêveberiya Xweser.’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û nûnerên Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer doh bi endamê parlamentoya Awisturyayê Harald Troch, endamê parlamentoya herêmî Cebir Haco û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokratîk re li avahiya parlamentoyê civiyan.

Şandeyê bi parlamenterên Awisturyayê re rewşa giştî ya li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li hember Rêveberiya Xweser, dosyaya çeteyên DAIŞ′ê yên di girtîgeh û kampan de nîqaş kirin.

Her wiha gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Şandeyê got divê Awisturya û hêzên navneteweyî li hember van dosyayan bi berpirsyariya xwe rabin, desteka siyasî û aborî bidin Rêveberiya Xweser.

Şandeyê diyar kir ku divê krîza Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254′an çareser bibe da ku temsîla hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bê kirin.

Parlamenterên Awisturyayê jî spasiya fedakariyên gelê kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî terorê kir û got ew rewşê ji nêz ve dişopînin û hewl didin têkildarî mijarên navborî hevkariyê bikin û têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re bi pêş bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar