Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Şandeya YNK’ê: Ji bo parastina Rojava çi pêwîst be em ê bikin

Şandeya YNK’ê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyeyê kir. Li ser navê şandeyê Mihemed Hemehejar axivî û got; ‘Êrîşeke li dijî Rojava, tê wateya şerê li dijî başûrê Kurdistanê jî. Ji bo parastina Rojava çi erk bikeve ser milê me em amade ne ku pêk bînin.”

Şandeyeke Meclisa Navendî ya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) a bi serokatiya Mihemed Hemehejar, Aram Qadir, Hacî Qadir û komek endamên din ên meclisê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şande ji aliyê hevserokê nûnertiya Silêmaniyeyê, Mesûd Heso û nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb û endaman ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser navê şandeya YNK’ê Mihemed Hemehejar axivî û piştgiriya hizba xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman.

‘Weke êrîşeke li dijî Başûr e’

Di berdewamê de jî Hemehejar diyar kir ku her êrîşeke li ser Rojava, tê wateya êrîşa li ser başûrê Kurdistanê û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê jî ger ku êrîşek li dijî Rojava pêk bê, dê dagirkerî bigihe başûrê Kurdistanê jî. Divê hemû kurd xwedî helwest bin. Em weke pêşmerge, ji bo parastina rojavayê Kurdistanê çi erkek bikeve ser milê me em ê pêk bînin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar