Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Şandeyek ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Şengalê ye

Şandeyek ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Nînovayê serdana Şengalê kir, bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re di civînê de ne

Şandeyek ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Nînovayê ya bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî serdana Şengalê kir. Şandeya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.

Nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Xweser a Şengalê niha li Şengalê di civînê de ne.

Li gorî agahiyên hatin girtin, naveroka civînê peymana 9’ê Cotmehê, bûyer û qewimînên dawî yên li herêma Şengalê ne. Civîn ji çapemeniyê re girtî didome.

Piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê ya di navbera Bexda-PDK-dewleta tirk a li ser Şengalê, demek dirêj e alozî û nakokiyên ji bo Şengal dîsa vegere beriya Fermana 73’an a sala 2014’ê û ji aliyê rêveberiya Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ve bê birêvebirin, heye.

Di vê çarçoveyê de ji roja peyman hate ragihandin û heta vê kêliyê, şengalî û pêkhateyên herêmê ji bo bicihnehatina vê peymanê li ser pêyan e.

Di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin hatin kirin, lê heta niha jî ji bo statû û xweseriya Şengal û civaka êzidî civîn û hevdîtin dewam in. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar