Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şaneyên razayî yên MÎT û DAIŞ’ê derbekî giran xwar

Şervanên HSD û YPG’ê di demên dawî de li dijî şaneyên razayî yên MÎT û DAIŞ’ê operasyonên bi bandor pêk anîn. Çeteyên ku hatine girtin lixwemikurhatin û gotin ku teqemenî û çekan ji Ezaz û Cerablusê digirin. Her wiha HSD’ê ragihand ku bi destê dewleta tirk, li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê rêxistineke bi navê ‘Ehrar El Şaab’ hatiye avakirin

Dewleta tirk ku bi destê çeteyên weke El Nusra û DAIŞ’ê nekarî tişta dixwest li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike. Niha jî bi rêya şaneyên razayî dixwaze di navbera gelên herêmê de aloziyê derxîne. Li dijî van şaneyên razayî, şervanên HSD’ê û YPG’ê operasyonên girîng pêk anîn û li herêma Firatê gelek şaneyên razayî yên dewleta tirk û DAIŞ’ê girtin. Di van operasyonan de bi dehan çeteyên ku li gorî fermana dewleta tirk û DAIŞ’ê li Reqa, Tebqa, Minbic û herêmên din êrîşên weke teqîn, înfaz, revandin, fîdye û çalakiyên ji bo ku gelan bînin pêşberî hev dikirin, hatin girtin.

Kujerê gelek kesan hate girtin

Çeteyên ku hatin girtin li kiryarên xwe mikûr hatin û li ser agahiyên ku wan dane, şervanan gelek çek û cebilxane bi dest xistin. Yek ji kesên hatiye girtin jî çeteyê ku ji faîlên êrîşa meha bihurî ya li Minbicê li dijî leşkerên amerîkî, êrîşa bombeyî ya li ser avahiya dadmendiyê, êrîşa ku 5 leşker hatin kuştin û faîlên êrîşa li Reqayê ku Ebû Rade qetil kiribû, ye.

Bi kincên HSD’ê mirov direvandin

Endamekî çeteyan ku li xwe mikûr hat diyar kir ku li Reqayê bi kincên HSD’ê mirov revandine û hewl dane ku jehrê têxin nav xwarina şervanên HSD’ê. Çeteyan da zanîn ku ji bo êrîşan jî teqemenî û çekên hewce bi ser Cerablus û Ezazê re peyda dikin. Hin çeteyan diyar kir ku bi pereyan êrîşan dikin. Hinek çeteyan jî got ku malbatên wan li Tirkiye, Cerablus, Bab û Ezazê ne û MÎT wan bi kuştina malbatên wan gefan dixwe.

Konsepta nû ya dewleta tirk

Kiryarên çend êrîşên li Reqa, Tebqa û Minbicê ji ANF’ê bi Ersîn Çaksû û Deza Destan re axivîn. Ji çeteyan Ehmed Cuma El Mehel, Emmar Mihemed El Hadî, Beşşar Ebdulrezak Mehmûd, Mûsa Salih Hisên El Ehmed, Ebdullah Seyîd û Îsa Ebdulfetah Hemud li xwe mikur hatin. Li gorî lixwemikurhatinên endamên çeteyan, dewleta tirk konsepta nû ya şer û planên gemarî li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê amade dike.

Derbê giran lê xistin

Şervanên HSD’ê derbekî giran li avaniya hucreyan ên ku MÎT’ê li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava kiribû, xist. HSD’ê ragihand ku dewleta tirk li dijî gelên herêmê, komeke çete ya bi navê ‘Ehrar El Şaab’ ava kirine. REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar