Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şanogeran lîstika ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Guven kir

Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstik diyarî Leyla Guven û çalakgerên din ên di greva birçîbûnê de ne kir

Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika ‘Bûn An Jî Nebûn’ a ku derhêneriya wê Ruknettîn Gun kiriye û listîk aîdî nivîskarê Melchoîr Lengyel ê Macaristanê, li ser dika xwe dan pêşandan. Gelek şanohez beşdarî lîstikê bûn. Di lîstikê de 13 lîstikvan derketin ser dike. Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê di meha tebaxa 2018’an de çû ser dilovaniya xwe jî di koma vê lîstikê de cih digirt. Li şûna Yalçinkaya lîstîkvanek din lîst.

Piştî pêşandana du perdeyan a lîstika ku diyarî çalakgerên greva birçîbûnê hat kirin, bi silavdayîna şanogeran xelas bû.

Di dawiyê de şanoger Ozcan Ateş axivî û diyar kir ku ew Mîrê Bilûrê Egîtî Cimo yê du roj berê çû ser dilovaniya xwe bi bîr tînin û diyar kir ku Cimo dengê muzîka kurdan gihandiye hemû cîhanê û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest.

Her wiha Ateş destnîşan kir ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven 87 roj in di greva birçîbûnê de ye û gelek kes li girtîgehan û Ewropayê jî di greva birçîbûnê de ne û da zanîn ku wan li avahiya KCD’ê bi telekonferansê bi Guven re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Em bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînin. Em daxwazên wan wek daxwazên xwe dibînin û ji kerema xwe re bila her kes deng bide dengê Leyla Guven û çalakgerên din.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar