Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...
Pazartesi - 10 Mart 2025

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Şansê dawî: Yekbûn yan qutbûn!

Kurd û Kurdistan, Tirk û Tirkiye di serdema xwe ya herî hesas dene. Lê ji bo Kurdan serdema zêrîn û ya herî bihêze jî. Îro Kurd li seranserê cîhanê hêza li ser erdê ya herî pê bawerin, di serdemek wiha de dewleta Tirk dest bi guftugoya bi Kurdan re kiriye. Halî hazir, ne Kurd, Tirk mecburê Kurdanin û ev şansê dawiye. Yan yekbûn, yan qutbûn!

Di serdema me ya niha de, li dijî gef, zilm, zordarî, êrîş, qirkirin û komkujiyan, pêwîstî bi hev heye. Mirov ji serdema Adem heya niha, li hemberî hev di hemû aliyan de di nava pêşbaziyan dene. Ev yek hem ji bo desthilatdarî, malê dinê, hem jî bi rêya zilmê ferzkirina koletiyê ya li ser neteweyane.

Bi taybet jî hezaran sale li seranserê cîhanê Kurd ên ku weke landika şaristaniya Mezopotamyayê tên zanîn, bindestin. Împaratorî û hemû desthilatên berê, hertim Kurdan xapandine û ji bo xwe dijî hev dane karanîn. Hemû serhildanên ku li hemberî koletî û zordariyê rabûn jî, ji aliyê sermayedar, desthilatdar, taybet jî dewleta Tirkiyeyê ve hatin tepisandin.

Ev dijberiya li hemberî Kurdan, heya roja me ya îro jî dewam kiriye û hîn jî didome. Ji bo Kurd negihin mafên xwe, dewleta Tirk hertişt kir û li seranserê cîhanê jî dijbertiya xwe ya dijî Kurdan domand.

Lê niha serdemek zêrîn di destê Kurdan deye, Kurd îro bi taybet jî li Rojhilat Navîn, weke hêza sereke ya ser rûyê erdê tê nasîn û binavkirin. Îro yên ku ti carî navê Kurd ne anîn, Kurd ji bo wan bûye hêviyek pêşerojê.

Bi taybet jî Kurd di serdema xwe ya herî bihêz dene, mirov dikare bêje niha hêza leşkerî ya Kurdan gihiştiye astek bilind û dikare parastinê li Kurdan bike. Mînaka vê ya herî berçav jî Rojavayê Kurdistanê ye. Îro li Rojavayê Kurdistanê Kurd ne tenê Kurdan diparêzin, Ereb, Asurî, Tirkmen, Xiristiyan û hemû pêkhateyên din diparêzin. Bihevre hev diparêzin û ev rêxistinbûn û hêza wan ya bi îradeyek mezin, bûye sedema hêviya jiyanê.

Di rewşek wiha de ku Kurd gelek bihêzin, dewleta Tirk carek din berê xwe da Îmraliyê. Em dizanin ku Kurd kengê nêzî destkeftiyên mezin bûne, dewleta Tirk dikeve nava liv û tevgerê.

Piştî hevdîtina 3 carî ya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û 27’ê Sibatê ragihandina peyama Rêber Apo ya bi sernavê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ yekser li cîhanê deng veda. Hema bêje ji her aliyê cîhan û partî û kesayetan ev bang weke bangeke dîrokî pênase kirin û ji bo aştiyê weke derfetek dan nîşandan.

Bi rastî jî mirov dikare bêje derfeteke mezine, lê nabe ku em bêjin ev yek tenê ji bo Kurdan derbaz dare. Ev bang û destê ku Rêber Apo dirêjî dewleta Tirkiyeyê kirî, ji bo gelên Tirkiyeyê û taybet jî dewleta Tirk derfetek mezine, heya şansê dawiye.

Ev 10 rojin bi ser vê banga dîrokî re derbaz dibe, lê dewleta Tirk bêdengiyê hilbijartiye. Li rexa vê jî dewleta Tirk êrîşên xwe yên ser gelê Kurd û gerîlayên azadiyê, tevî agirbestê didomîne. Dewleta Tirk niha çi plan dike û wê çi bike cihê pirsyarê ye, lê mirov dikare vê bêje.

Îro gelê Kurd di serdema xwe ya herî bihêz û zêrîn dene. Nema Kurd 100 salên din winda bikin û bidin windakirin. Ji bo vê eger dewleta Tirk destê aştiyê negire û qîmeta banga aştiyê nezane, tiştek ku Kurd winda bikin nîne, berovajî vê alternatîfên pir mezin ketine destê Kurdan.

Ji ber çi em dibêjin tiştek ku Kurd winda bikin nîne, ji xwe bi sedan sale bi Kurdan dane wendakirin, lewma vê carê ger Tirkiye destê aştiyê negire, wê Kurd alternatîfên xwe bikarbînin û êdî nema bi Tirkiyeyê re behsa biratiyê bikin.

Biryar niha ne li gel Kurdane, li gel Tirkiyeyê ye. Yan wê qutbunê hilbijêrin, yan jî wê yekbûnê hilbijêrin. Di her du egeran de jî destê Kurdan vekiriye. Eger dewleta Tirk carek din hesabên xapandinê dike, ev yek wê bi Tirkiyeyê bide windakirin û mezin jî bide windakirin.

Na ger dewleta Tirk rast be û destê Kurdan bigire, wê ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê jî bibe welatek mînak. Li Tirkiyeyê nasandina mafê Kurdan, hebûna Kurdan, nasname û zimanê Kurdan, wê bibe sedema aramiya li Rojhilata Navîn.

Kurd di hişmendiyek netewî ya mezin de jiyan dikin, ew naxwazin bi wan 100 salên din were windakirin. Lewma, ew jî li benda biryarêne, yan bi Tirkiyeyê re bi temamî qutbûn, yan jî yekbûn? Bersiva vê pirsê niha di destê dewleta Tirk deye!

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar