Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 4 Ağustos 2025

Şaredariya Bercoteyê Ocalan kir hembajariyê xwe yê rûmetê

Şaredariya Berceto ya li bakurê Îtalyayê Ocalan weke hembajariyê xwe yê rûmetê diyar kir. Di merasîma dayîna belgeya hembajarîtiyê de hat gotin ku bidawîbûna tecrîdê û azadiya Ocalan bi têkoşîneke navneteweyî pêkan e

Şaredariya Berceto ya li bakurê Îtalyayê, Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir hembajariyê xwe yê rûmetê. Belgeya hembajarîtiya rûmetê li Bercetoyê bi merasîmekê hate pêşkêşkirin. Şaredar Lûîgî Lûcchî belge da parêzera Ocalan Newroz Uysal.

Lûcchî di merasîmê de axivî û bal kişand ser komkujiyên ku heta niha li ser gelê kurd hatine kirin. Lûcchî diyar kir ku gelê kurd êdî bi tenê nîne û dê teqez mafên xwe yên bingehîn werbigirin.

‘Biryareke watedar e’

Piştre jî parêze Uysal axivî. Uysal di serî de spasiya şaredar û endamên meclisa şaredariyê kir ku biryareke bi vî rengî ya watedar wergirtine. Uysal bi bîr xist ku Ocalan 20 sal in li giravekê tecrîdkirî ye û da zanîn ku bidawîbûna tecrîdê û azadiya Ocalan, bi piştevanî û têkoşîneke navneteweyî pêkane.

Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd jî bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derkevin. Merasîm bi stranên muzîkvanên kurd û îtalî û bi helbestan bi dawî bû. BERCETO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar