Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Sê welatên Ewropayê banga muzakereyê li Koreya Bakur kirin

Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin bang li Koreya Bakur kirin ku guh bide muzakereyên bi DYA’yê re, xwestin ku ambargoya navnetewî heta encemeke teqez were domandin.

Piştî civîna li Konseya Ewlehiya Netewî ya Neteweyên Yekbûyî (KENNY) daxuyaniyeke hevpar dan û ji rêveberiya Pyongyangê xwestin ku bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) re bi maneya rastî dest bi muzakereyan bike.

Piştî ceribandina moşekan a van çend rojên dawî ku Koreya Bakur kirî, di daxuyaniya piştî civînê de nûnerê Brîtanyayê Karen Pîerce axivî, bang li KENNY’yê kir ku ambargoya li ser Koreya Bakur bi biryadariyeke teqez bidome. Pîerce ji Koreya Bakurê xwest ku sozên ku di muzakereyên par de dayî DYA’yê bi cih bîne. Pîerce got, weke lihevkirina 30’ê Hezîranê ya di navbeyna Serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm-Jong-un de, divê xwepakkirina ji nukleerê teqez be, karibe were kontrolkirin û jê veger nebe.

KENNY Jİ 2006’an û vir be gelek pêşnûme li ser Koreya Bakur qebûl kirine û ambargoyên li ser vî welatî gav bi gav jidandibû. Bi vê çarçoweyê îxracata komir, gewherê hesin, tekstîlê û hin berên deryayê hatibûn qedexekirin, îxraca berên petrola brut û yên rafîne hatibûn sînordarkirin.  NEWYORK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar