Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Sedema koça ciwanan desthilat bi xwe ye’

Parlamenter Ebubekir Helednî ragihand ku desthilatdariya başûrê Kurdistanê bûye çavkaniya bêhêvitiyê ya xelkê û da zanîn ku sedema koçberkirina ciwanan desthilatdar bi xwe ye

Navenda Nûçeyan |

Bi sedan welatiyên başûrê Kurdistanê ji bo biçin Ewropayê li ser sînorê Belarus û Polonyayê ne. Roj bi roj metirsiya li ser jiyana penaberan zêde dibe, penaber êdî ne dikarin biçin Belarus ne jî Polonyayê, li wir terkî mirinê hatine kirin. Piştî belavbûna dîmenên penaberan, nerazîbûnên tund dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin. Lê ya balkêş rayedarên hikûmetê ji bo xwe ji meseleyê bidizin, sedema koça ciwanan dixin stûyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Parlamenterê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ebubekir Helednî yê li ser fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê der barê vê mijarê de ji Ajansa Rojnews re axivî.

Helednî diyar kir ku hikûmet binketiye û sedema koça ciwanan jî hikûmet bi xwe ye û ragihand ku ev paşatiya li Başûr heyî, sedema koça ciwanan e û kesên koç dikin ji vê desthilatê bêzar bûne.

Ebubekir Helednî behsa daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên PKK’ê weke sedema koçberiyê dibînin jî kir û wiha got: “Anîna navê PKK’ê, tenê xwe dizîna ji sedema sereke ya koçberiyê ye. Ji destpêkê heya dawî, ev desthilata Herêma Kurdistanê berpirsê koçberiya xelkê ye. Ji bo vê xwe dizîna ji vê berpirsyartiyê, mijarê naguherîne.”

Helednî dawiyê de diyar ku ku desthilata li Başûr bûye çavkaniya bêhêviyê ji bo xelkê Kurdistanê, 9 hikûmet li pey hev hatin lê nekarîn koça ciwanan a ji welat bidin rawestandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar