Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Sedema xwekuştinan xerabûna pergalê ye’

Li Tirkiyê ligel zextên siyasî û civakî aborî jî di krîzê de ye û rewşa aboriyê û bêkariyê rê li ber pirsgirêkên civakî vedike. Di demên dawî de gelek însan ji ber nikarin debara xwe bikin xwe dikujin ango întîxar dikin. Ev bûyer li ser hev pêk tên. Bi taybetî jî ev bûyer li avahiyên walîtiyan, qeymeqamiyan, şaredariyan û kargehan pêk tên. Her roj bûyerek nû li van bûyerên xwekuştinê zêde dibe. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstik a Tirkiyeyê (TUÎK) tenê di sala 2018’an de 3 hezar û 161 kes întîxar kiriye. Li gorî daneyên fermî ev hejmar tê wateya ku her rojê 9 kesan dawî li jiyana xwe aniye.

Derûnnas Sevgî Turkmen sedemê întîxarên di demên dawî de pêk tên nirxand.

Sedem aboriy e

Turkmen sedema van bûyerên întîxarên dawî raste rast li ber çavan pêk tên wiha rave kir: “Sedemê hemû întîxaran, wek ku kesê îfade dike dibêje ji ber aboriyê ye. Yanî divê mirov di bin şertê aboriyê de li vê sedemê bipirse. Yek ji sedemên xwekuştina van kesan bûyera Adem Yarici yê li ber Walîtiya Hatayê xwe şewitand her tiştî rave dike. Ev însan hemû ji ber şertên aborî ango feqîriyê xwe dikujin. Ev bûyerên xemgîn pêk tên lê mixabin piştî çend rojan tên jibîrakirin. Welatî ji ber tengaviyên debarê û aboriyê çareyê di xwekuştinê de dibînin.”

Xerabûna pergalê bûyeran zêde dike

Turkmen destnîşan kir ku bûyerên di demên dawî de pêk tên hemû li mekanên ji raya giştî re vekirî ne pêk tên û wiha got: “Ev welatiyên xwe li van mekanên saziyên dewletê ne dikujin. Banga pirsgirêk ango tengaviyên debar û aboriyê ji wan saziyan daxwaz dikin. Lê piştî ev bang û daxwaz nayê çareserkirin neçar dimînin xwe dikujin. Mixabin sazî û dezgehên dewletê jî di vê mijarê de berpirsiyariyê nagirin ser milê xwe. Ji ber vê xemsariyê bûyer li ser bûyerê pêk tên. Sedemên întîxarkirina kesekî/ê îşareta xerabûna pergalê nîşan dide.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar