Welatiyê bi navê Şehbaz Caf ê ku ji bajarê Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewlet tirk tev li ‘Berxwedana Rûmetê’ ya rojavayê Kurdistanê bû, banga tevlibûna berxwedanê li hemû ciwanên kurd kir
Heya niha zêdeyî 60 ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê tev li ‘Berxwedana Rûmetê’ bûn.
Yek ji ciwanê ku tev li berxwedana rojavayê Kurdistanê bûye jî Şehbaz Caf yê ji bajarê Silêmaniyê ye.
Têkildarî tevlibûna xwe Caf diyar kir ji bo wî ferqa tu parçeyeke Kurdistanê nîne û wiha got: “Em weke gelê başûrê Kurdistanê, amade ne ji bo birayên xwe yên Rojava, mil bidin milê şervanan, canê xwe feda bikin. Ji ber tu ferqa çar parçeyên Kurdistanê li gel me nîne. Bi salan e kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa yên neteweyî têdikoşin. Divê destê me li ser tetîka çeka me be, ji bo parastina çar parçeyên Kurdistanê.”
Şehbaz Caf banga geşkirina berxwedanê li tevahî ciwanên kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwazê ji gel û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikim, bi hestên netewî, bi hawara birayên me yên Rojava ve werin. Em weke ciwan amade ne heya dilopa xwîna xwe ya dawî, ji bo parastina kurd û Kurdistanê canê xwe feda bikin. Çavê berxwedêrên ji bo parastina gelê têdikoşin dikim. Hêvî dikim hemû welatî erka xwe ya neteweyî pêk bînin û weke me bi hawara gelê Rojava vê bên.” DIRBÊSIYÊ