Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Şehîd Cîhan jineke çalak û azadîxwaz bû

Foza Yûsif der barê nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn de got “Cîhan jineke çalak û azadîxwaz bû. Jineke şoreşger bû, dixwest bi rojnamevaniya xwe di şoreşa jinan de rolekê bilîze û bigihîne jinên cîhanê. Şehîdxistina wê dijminatiya dewleta Tirk a li hember jinan e.”

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê kesayet, xebat û sekna nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn de ku 19`ê Kanûnê di encamê êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevî rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûbû, axivî. Foza Yûsif da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şehbayê, Minbicê û şehîdxistina rojnamevan Cîhan Bîlgîn dijminatiya dewleta Tirk a li hember jinan e û got: “Naxwaze jinên pêşeng, jinên bibandor û jinên ku karibin hemû civakê rakin ser lingan, derkevin. Naxwaze jinên karibin pergala kevneperest hilweşînin û alternatîfekê derxin, bimînin. Pir bi rengekî bêexlaq û faşîst êrişî jinan dike. Dixwazin jinan ji azadiyê dûr bixin.”

Foza Yûsif wiha pêde çû: “Di serî de sersaxî ji malbat û gel re dixwazim, bêjna xwe li hember wê û tevahî şehîdan ditewînim. Bi rastî pir jineke çalak û pir jineke azadîxwaz bû. Jineke şoreşger bû, dixwest bi rojnamevaniya xwe di şoreşa jinan de rolekê bilîze û şoreşa jinan bigihînin jinên cîhanê. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedan kedeke mezin bû. Ev jinên wiha hêz didin jinên vê deverê yên li ser vê axê û hêviyê didin jinên cîhanê. Lewma dijmin dixwaze vê hêviyê vemirîne.”

Foza Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hizûra wan şehîdan de û di şexsê şehîd Cîhan û hevalên wê de, em dibêjin ev faşîzm nikare îradeya me bişikîne. Dibe ku em bi hezaran bedelan bidin, lê nabe em bi dudilî bijîn. Ji ber ku em baş dizanin jiyana koletî mirin e, bi wê bawerî û îradeyê dê ev têkoşîn û şoreş dewam bike. Meşa heval Cîhan û jinên Kombûna Jinên Zenûbiya yên ku destdirêjî li ser wan hat kirin, em dibêjin ew ne bi tenê ne, heta ku em şoreşa jinan bi ser bixin, heta ku em mafê jinan mayînde bikin, ev têkoşîna me dê dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar