Di 13′ê Cotmeha 2019′an de artêşa Tirk a dagirker komkujiyeke hovane li dijî karwanê welatiyan ku berê xwe dabû Serêkaniyê da ku piştgiriya gel li dijî êrişên dagirkeriyê bikin, pêk anî. Di 9′ê cotmeha heman salê de 11 welatî şehîd bûbûn. Meclisa Kongra Star şehîdên komkujiyê û şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde di 4’emîn salvegera şehadeta wan de, bi bîr anîn.
Kongra Star diyar kir ku hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewleta tirk a dagirker êrişên xwe dewam dike û destnîşankirin ku dewleta dagirker a tirk bi tevahî rêbazên hovane û çekên qedexekirî şerê qirkirinê û êrîşên barbarî pêk tîne û wiha domand:”Sûcên dewleta dagirker ên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û guhartina demografiyê, êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyê, sûcên şer in û ev êrîş dê DAIŞ′ê zindî bikin. Sûcên li dijî herêmê, sûcê hovane yê li dijî Hevrîn Xelef û hedefgirtina karwanê welatiyan şermezar kirin. Her wiha meclisê di dawiyê de bang li rêxistin û tevgerên jinan û gel kir ku li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî. Merasîma bîranînê li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên şehîdan û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan.
Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: “Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye. Çeteyên dewleta dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî.”
Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: “Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker pêk hat.”
Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY′yê bikin da ku dewleta tirk li hember sûcên wê hesab bikin.
Merasîm bi pêxistina mûman bi dawî bû.