Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Şehîdên meha Çileyê

Em di sala 2025’an de ne. Daxwaz û xwestekên di destpêka sala 2025’an de hatin kirin, hê nehatine jibîrkirin. Divê em daxwazên mirovî “Ser xêrê be” dest bi rojê dikin nedarizînin.

Bêguman, meha Çile ya 2025’an wateyên wê yên cuda hene. Ne tenê ji bo welatê me û gelê me, ji bo gelên cîhanê jî xwedî wateyeke girîng e. Pêwîst e di meha Çileyê de van bi bîr bînin û encamên ku ji van serpêhatiyan hatine derxistin di bîranînên xwe de zindî bihêlin. Di 8’ê Çileya 2012’an de endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Xebat Dêrik (Mahmûd Mihemed) li Qamişloyê, 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, di 3’yê Çileya 2016’an de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar li Silopiyayê, di 6’ê Çileya 2017’an de endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Rûbar Dîcle (Huseyîn Poyraz), Halîl Şahîn (Nihat Ayaz) û Mele Mûrad (Ahmet Kiliç) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên dewleta Tirk a qirker şehîd bûn. Meha Çileyê xwedî dîrokek bi vî rengî ye.

Li vir, pêwîste rêhevalên ku me navên wan da û di dîrokên nêzî hev de şehîd bûne, encamên girîng jê derxin. Ev yek bi taybetî di rojên ku em tê re derbas dibin pir girîng e. Bala xwe bidinê, ev cinayet û komkujiyên ku li Qamişlo-Rojava, Parîs-Fransa, Silopiya-Bakur, Herêmên Parastinê yên Medyayê-Başûr hatin kirin, ji pêvajoya sala 2012’an dest pê kir û hîn jî berdewam dike. Dewleta Tirk a qirker a ku li Rojhilata Navîn li pey hegemonyaya xwe dibeze, komên çete yên mêtinger ên ku olê îstismar dikin xistiye dewrê, hewl dide pêvajoyê xweke firsendê bi kar bîne.

Dewleta Tirk a ku li Rojhilata Navîn ketiye pêy hegemonyaya xwe, bêguman di sala 2012’an de dest pê nekir. “Şerên” ji sala 2011’an li Lîbyayê û Sûriyeyê destpê kirin, şert û mercên guncav pêşkêşî wî kirin da ku xewnên xwe yên berê pêk bîne. Ji berê de dest bi amadekariyên xwe kiribû. Ji destpêka salên 1980’î ve bi peymanên rejîma Sedam Husên re çêkiribû weke hincetê nîşan dide û hewl dide bi avakirina baregehên leşkerî li Başûr Kurdistanê bi cih bibe. Dîsa di heman pêvajoyê de daxwaza ku 20 km têkeve hundirê Sûriyeyê operasyonên leşkerî pêk bîne, di nava Tirkmenên ku ji serdema Îttîhad û Terakkî ve li wir in bi awayekî derqanûnî rêxistin kirin û îstîsmarkirina olê  nîşaneyên van amadekariyan e. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO jî tê wateya ku li gorî şert û mercên wê demê derxistin asta herî jor.

Pêvajoya ku “Bihara Ereban” vediguherî “Zivistana Ereban” dewleta Tirk li gorî amadekariyên heta wê rojê rasterast kete nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk di wan salan de bi komên çete yên rasterast di bin kontrola xwe de destwerdana leşkerî li Lîbya û Sûriyeya ku bûbûn qada şer kir, ji bo xwe dagir kir û herêmên îlhaqkirinê ji xwe re çêkir. Ji ber vê yekê xwest ku xwe bike beşek ji diyarkirina pêşeroja van welatan. Ji bo bigihêje van hedefan, hewl da rêbazên ku di nava sînorên dewleta xwe de “rehet bibe” pêş bixe. Di van lêgerînan de rêgezên şerê taybet ên li dijî Rêber APO, gerîlayên azadiya Kurdistanê û rastiya gelê Kurd a berxwedêr jî cihê xwe girtine.

Dewleta Tirk bi polîtîkayên ku di sala 2012’an de di nava sînorên xwe de meşandiye, her tim di vî alî de meşandiye. Li gorî vê yekê dihat xwestin ku encamek diyar were bidestxistin. Di esasê xwe de ji bo pêşîgirtina li geşedanên leşkerî, siyasî û civakî yên ku ji ber Operasyonên Şoreşgerî yên di çarçoveya pêngava gerîla ya 1’ê Hezîrana 2010’an de hatin destpêkirin, hatin kirin.

Dewleta Tirk ji bo sînorên dewletê “ewle bike” dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Sûriyeyê bernade. Berovajî vê yekê xwest ku herêmên dagirkirî zêdetir berfireh bike û wan îlhaq bike.  Di vî warî de xwest çeteyên Cephet El Nûsra ku niha bi navê HTŞ’ê tên binavkirin, bi êrîşa Serêkaniyê dagir bike. Li vir li hemberî berxwedana gel û hêzên YPG’ê têk çû û neçar ma paşde vekişe. Piştre çeteyên DAIŞ’ê çalak kirin û li dijî Kobanê êrîşeke qirkirin û dagirkeriyê pêk anîn. Lê belê li Kobanê têkçûneke ku ji ya li Serêkaniyê dijwartir jiya. Bi saya tedbîrên Rêber Apo, dewleta Tirk ji polîtîkayên şerê taybet ku di nava sînorên xwe pêk anîbû, encam negirt. Di encamê de dewleta Tirk neçar ma ku dawî li lîstika ku dixwest di nava sînorên dewletê de bilîze, bîne û maskeya li ser rûyê xwe daxe xwarê. Li ser vê bingehê Plana Şerq Îslihatê nû kir û di bin navê “Plana Hilweşînê” de xist meriyetê. Qirkirin û komkujiyên li Qamişlo, Parîs, Silopiya û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, di serdemeke wiha de pêk hatin.

Li ser vê yekê, “Plana Hilweşînê” beriya dehemîn salvegera xwe de hilweşiya. Di rastiyê de, ev hilweşîna ku di 2010’an pêk bihata di 2020’an de pêk hat. Têkçûna hêzên dagirker û îmhayê yên dewleta Tirk a di 11’ê Sibata 2021’an de li Garê jiya rastiya wê derket holê. Lê belê, rewşa ku ji ber Şerê Ukraynayê û pêvajoya endametiya NATO ya Swêd û Fînlandiyayê hatî afirandin, fersend pêşkêşî dewleta Tirk kir ku ragihandina vê hilweşînê paşve bixe. Vê yekê tenê heya radeyekê domand û neçar ma ku aşkere bike ku “Plana Hilweşînê” di sala xwe ya dehemîn de têk çûye.

“Plana Hilweşînê” hilweşiya. Lê belê dewleta Tirk çawa ku di veguherandina şert û mercên “Bihara Ereban” a di 2011’an de li hemberî berxwedana Rêber APO, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê berxwedêr têkçû, kete nava lêgerînên cuda. Niha jî ketiye nava liv û tevgera heman şert û mercên “Plana Hilweşînê” ya hilweşiyaye.

Ev rêbazên ku dewleta Tirk ketiye nava wê di demek nêz de wê rêveçûn û encamên wê derkevin holê. Ligel vê yekê, meha Çileyê ji gelek aliyan ve pêşerojê ronî dike, daneyan pêşkêş dike. Di serdema ku em li vir dinirxînin de bîranînên rêhevalên me yên di meha Çileyê de şehîd bûne rêberiya me dikin û di vî warî de hêzê didin me.

Li ser vê bingehê Xebat Dêrik), Sakîne Canasiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Rûbar Dîcle, Xelîl Şahîn û Mele Mûrad di meha Çileyê de şehîd bûn, mîrateyek biqîmet ji me re hiştin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Dîsa di dîroka tevgerên şoreşger ên sosyalîst ên cîhanê de xwedî cihekî ku nayê jibîrkirin; Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht ku di 15’ê Çileya 1919’an de hatin qetilkirin, Vilademir Ilyich Lenin ku di 21’ê Çileya 2021’an de jiyana xwe ji dest da, Serokê Komîteya Navendî ya Yekemîn a Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Mehmet Mustafa Suphî, Ethem Nejat û Îsmaîl Hakki jî di nav de 14 rêhevalên wan di 28’ê 2021’an de jiyana xwe ji dest dan û gelek şehîdên meha Çileyê yên me navên wan negotin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim.

Nûçeyên Têkildar