Dewleta Tirk a dagirker li navenda Parîdê di 9ê Çileya 2013’yan de yek ji damezrînerên PKK’ê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNKê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) şehîd kir. 9 sal şûnde 23’yê Kanûna 2022’yan endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî (Emîne Kara) a ku pêşenga tevgera jinên Kurd û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kir, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ji hêla sîxurê dewleta Tirk William M. (69) ve hatin şehîdkirin.
Bi boneya 9 salvegera komkujiya duyemîn a Parîsê, birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara ji Ajansa Welat re axivî.
Evîn Goyî 2 salan dibistana navîn xxend û du re di 13-14 saliya xwe de tevlî refên PKKê bû. Birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara diyar kir ku Evîn Goyî di zaroktiya xwe de pir zîrek û di dibistanê de jî serkeftî bû û wiha got: ” Hem meraqa wê, hem jî hertim îdîa wê ya serkeftinê hebû. Evîn, di jiyana xwe de jî dema ku qelsiyeke wê derdiket holê her tim bi ser wê qelsiya xwe de diçû û çareser dikir. Kesayeta Evînê kesayeteke pir dilnizim û xwedî pîvan bû. Çanda hezkirini pê re hebû. Hertim li dora wê mirov hebûn. Hevalên wê dixwestin bi wê re bijîn. Evîn hem pir dixwand û hem jî têkiliyên wê bi mirov û malbatê re pir xurt bû. Kesên ku Evîn nas dikirin girêdaneke wan bi Evînê re çêdibû. Evîn hem bi hevalên xwe re hem jî bi malbatê re ew hezkirinek ava dikir. Hevalên Evînê niha jî hertim behsa zîrekatî û dilnizmiya wê dikin. Min heya niha neditiye ku Evînê kesek şikandiye an jî wan Evîn şikandiye. Ji ber tarza wê tu mirov ji Evînê aciz nedibû. Evîn hertim bi moral, çoş û rûken bû. Dan û standinên wê pir xurt û dilnizim bû.”
Îsmaîl Kara anî ziman ku dema ku Evîn tevlî PKKê bû di nava malbatê de hejandinek çêbû û nêzîkatiya ku jinek çawa şer bike û bikaribe xwe ser pêya bigre derdiket û wiha axivî: “Di Evînê de hertim îdîaya serkeftinê hebû. Wê kesayeta xwe ye zîrek û zanist bi tekoşîna xwe honand û di nava tekoşînê de pir zû pêş ket. Evîn bi wê pêşketina xwe ve di nava têkoşîna jinan de bû peşeng û berpirsiyar. Evîn û hevalên wê yên jin êdî bûn îradeyek û hertim felsefa Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas digirtin. Hertim îdîaya Evînê mezin bû û bi du vê îdîaya xwe ve çû û bû pêşengek jinan. Evîn hertim di nava tevgerê de bû û hewl dida ku çawa bibe pêşeng û ji bo gelê xwe tekoşînê bimeşîne.”
Îsmaîl Kara diyar kir ku Evîn demeke dirêj li rojava xebatên çandê kir û du re ji ber pirsgirêkên tendûrîstiyê derbasî Parîsê bû û wiha bi dawî kir: “Ew dewletên dibêjin em mafên mirovan û hiqûqê diparêzin bi alîkariya hevdû û bi destên MÎTê bûn sedema şahdeta Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil. Ew komkujî bi tesadufî çênebûn. Bi destên dewlet û MÎT’ê pêk hatin. Cihê ku Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin dîsa bi destên wan hêzan ve 3 hevalên me hatin kuştin. Dema ku kesên li hember zilm û zordariyê tekoşînekî dimeşînin li paytexta welatekî de bên qetilkirin, ev ji bo wan dewletan rûrêşiyek e.Tekoşîna Evînê bû sedem ku bi milyonan mirov rabûn li ser piyan û rêhevaltiya Evînê kirin. Evîn wê hertim di dilê me de bijî û armanca me dê hertim bilindkirina xeyalên wan be û em tu carî gavan paşve neavêjin.”