Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Sekreterê Giştî ya IFJ’ê: Dewleta Tirk rojnamevanan Nazim û Cîhan hedef girt

Sekreterê Giştî yê IFJ'ê Anthony Bellanger anîz ziman ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve rasterast hedef hatine girtin û xwest ku bûyer bê lêkolînkirin û berpirs bên darizandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov wesayîta rojnamegeran bombebaran kir û rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî ya ku 600 hezar endamên wê hene, Anthony Bellanger derbarê qetilkirina rojnamevanan de axivî.

Sekreterê Giştî Bellanger anî ziman ku weke Federasyonê ew ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şoq bûne û got, “Di serî de ez van hempîşeyên xwe bibîr tînim û ji malbatên wan û hemû rojnamevanên li herêmê dixebitin re sersaxiyê dixwazim. Em weke federasyona Navneteweyî vê êrîşa li dijî hempîşeyên me şermezar dikin û dibêjin divê tavilê ji êrîşkaran hesab bê pirsîn. Bi taybetî, divê hikûmeta nû li Sûriyê lêkolîneke serbixwe li ser van her du kuştinan bike; Em bang li dadgehan dikin ku divê faîlên van sûcan bên dîtin û cezayê wan bên birîn. Weke Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî wezîfeyeke me ya wisa heye ku em edaletê ji wan re pêk bînin.”

Sekreterê Giştî destnîşan kir ku weke IFJ’ê ji bo adelet pêk were dê têkoşîn bikin û wiha domand, “Eger Tirkiye an jî Sûriye lêpirsînê nede destpêkirin, ev yek wê bibe binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Ji vê hêlê ve ev welat dikarin werin cezakirin û bi taybetî ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve werin ceza kirin. Girîng e were bibîrxistin ku rojnamevan weke sivîlan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin. Di vê çarçoveyê de divê rojnamevan mîna sivîlên din bên parastin. Di vê mijarê de IFJ’ê bi biryar e. Em ê malbatên hempîşeyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane ti carî bi tenê nehêlin û ji bo edalet bi cih were, em ê bikevin nava hewldanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar