Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê daxwaza ‘Azadiya Ocalan’ kir

Mezintirîn sendîkaya Brîntayayê Unite The Union ku 1.3 milyon endamên xwe hene, di konferansa xwe ya sala 2021'ê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û daxwaza azadiya Ocalan kir

Mezintirîn sendikaya Brîtanyayê Unite The Union ku 1.3 milyon endamên xwe hene, konferansa xwe ya 2021’an bi beşdariya 700 delegeyên ji Îngilistan û Îrlanda Bakur pêk hat. Delegeyên konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û afîşên li ser daxwaza azadiya Ocalan rabûn ser pêyan û piştgiriya xwe nîşan dan.

Rûniştina li ser pirsgirêkên navneteweyî yên sendîkayê, bi çalakiya piştevaniya bi kurdan re dest pê kir.

Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sharon Graham yekemîn jin e ku bûye sekreter, yek ji wan delegeyan bû ku afîş hilda. Sekretera Giştî daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’ li ser hesabê xwe yê Twitterê jî parve kir.

Peyama ku li ser hesabê Twitterê hat parvekirin wiha ye: “Delegeyên konferansê li ser polîtîkayên Unite dibêjin ‘Dema wê ye’ (#thetimeisnow). Divê dewleta tirk Ocalan azad bike û bi nûnerên gelê kurd re jinûve dest bi danûstandinên ji bo aştiyê bike.”

Di çarçoveya konferansê de roja pêncşemê panelek hat lidarxistin û di panelê de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û pirsgirêka kurd bi rengê demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.

Unite The Union ew sendîka ye ku ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kiriye.

Kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ ji aliyê Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) a bi 800 hezar endamî li Kamara Avamê sala 2016’an bi daxuyaniyekê dest pê kiribû.

Kampanya hîn jî bi rengekî fermî ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê meşandin.

Di îlona 2018’an de di kongreya 150’emîn a Yekitiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) de bi hezaran delegeyî bi yekdengî piştgirî dabûn kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’. LONDON 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar