Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Şêniyên Efrînê li dijî komployê meşiyan

Kongreya Star a herêma Efrînê bi wesîleya salvegera 21`emîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, meşeke pêk anî. Meş bi dirûşma ‘Bi ruhê Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê em asta têkoşînê bilind bikin û Komploya Navneteweyî têk bibin’ pêk hat.

Meş ji pêşiya lîstikgeha gundê Babinês ê girêdayî navçeya Efrînê dest pê kir û heta qada sûkê dewam kir. Ruxmî berfa zêde û sermaya dijwar jî bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de endama Kongreya Star Sureya Hebeş komployê şermezar kir û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û nahêlin ku komplo bigihîje armancên xwe. Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan û rizgarkirina wan ji zilm û zordariyê, têkoşiya.”

Hebeş diyar kir ku dê heta dawiyê li dijî dijmin li ber xwe bidin û bi yekdestî komployên li dijî wan têk bibin.

Li ser navê Meclisa Navçeya Ehdas Mihemed Hisên jî ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Rûsya, Amerîka, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye û Yewnanistan beşdarî vê komployê bûn. Nizanin ku em bi fikrên Ocalan bawer dikin. Em ê têkoşîna xwe heta têkbirina komployê û azadkirina Rêber Ocalan dewam bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar