Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şêniyên Hesekê ber bi bendava Tişrînê diherikin

Şêniyên bajarê Hesekê bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersivandin û berê xwe dan bendava Tişrînê ji bo ku çalakiyeke protestoyî li dar bixin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dijwarî bi top û balafirên şer û yên bêmirov ji zêdetirî mehekê ve êrîş bendava Tişrînê dike ku di encamê de zirarên mezin bi bendavê bûye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh daxuyaniyek da û ji encamên bombebarana dewleta Tirk li ser bendavê hişyarî da.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku zirarên bi bendavê bûne, dê encamên wê li ser herêmê bi giştî ne baş bin. Dê zirarê bi bendava Firatê bike, rûbarên berfireh ên zeviyan li dora çemê Firatê li Reqa, Tebqa û heta Iraqê bin av bike.

Li ser wê, Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY, rêxistinên mirovî yên navneteweyî û xwecih û tevahî aliyên mirovî kir ku ji bo rawestandina êrîşan li ser bendavê demildest bixebitin. Her wiha bang li şêniyan kir ku li bendavê çalakiyeke protestoyî li dar bixin.

Li ser bangewaziya Rêveberiya Xweser, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji saetên sibehê ve li çerxerêya Panoramayê kom bûn û bi karwanekî mezin ê erebeyan berê xwe dan bendavê.

Şêniyan destnîşan kir ku ew diçin bendavê ji bo ku helwesta xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bidin û teqezî bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li hember êrişan û parastina navendên stratejîk, bikin.

Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Firatê jî dê biçin bendavê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar