Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şêniyên Kelar û Helebçeyê: Bila PDK û YNK ji Zînî Wertê vekişin

Navenda Nûçeyan |

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên pêşmerge yên girêdayî xwe şandin herêma Zînî Wertê, di navbera PKK, YNK û PDK’ê de alozî derket. Ji ber aloziya heyî raya giştî ya gelê kurd jî nerazîbûn nîşan dan û hema hema ji her derdorê ve banga hevgirtin, yekitî û çareserkirina mesilhetê bi rêyên diyalogê hatin kirin. Têkildarî mijarê welatiyên Helebçe û Kelarê jî ji Rojnewsê re axivîn.

Ji welatiyên Helebçeyê Celal Ebdulstar got ku metirsiya dubarebûna şerê birakujiyê heye û diyar kir ku ji bo şerê birakujiyê çênebe jî divê di zûtirîn dem de PDK û YNK hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin. Ebdulstar bilêv kir ku dewletên derve zextê li partiyên Başûr dikin û gelek caran bi gotinên van hêzan dikin. Ebdulsetar da zanîn ku ev yek jî ziyanê digihîne yekrêzî û yekitiya gelê kurd.

Bang li PDK û YNK’ê kirin

Welatiyê bi navê Rizgar Heme Nûrî jî da zanîn ku aloziya li Zînî Wertê plana dewleta tirk e û dewleta tirk dixwaze bi hinceta PKK’ê artêşa xwe têxe nava xaka Başûr. Ji şêniyên Helebçeyê Mihemed Heme Reza jî rewşa heyî wiha vedibêje: “Bûyera li Zînî Wertê ne bûyera dawî ye ku di nava partiyên kurd de rû dide. Her carê li cihekî cuda heman tişt rû dide. Daxwaza min a ji PDK û YNK’ê ew e ku hêza xwe paşve bikişînin.”

‘Armanc êrîşa li dijî Qendîlê ye’

Têkildarî mijarê ji şêniyên Kelar a Germiyanê Eyad Mihemed jî bi lêv kir ku ya ku li Zînî Wertê pêk tê, destpêka plana dewleta tirk a ji bo êrîşa li ser Qendîlê ye. Mihemed dibêje ku armanca dewleta tirk êrîşa li ser Qendîlê û avakirina baregehên nû ye û vê jî bi destê hêzen başûrê Kurdistanê dike. Bi domdarî jî Mihemed ev nirxandin kir: “Ger rê li ber vê planê neyê girtin, dewleta tirk dê planên nû bixe meriyetê. Ez bang li her kesî dikim ku bêdeng nemînin û pêşî li ber şerekî navxweyî bigirin.”

Ji kelariyan Ednan Salih jî têkildarî mijarê wiha got: “Ev alozî hewldana dewleta tirk e. Armanca wê jî ew e ku di navbera kurdan de şerê navxweyî derxînin. Berpirsyarên vê rewşê YNK û PDK ne. Divê xelk êdî rê nede van her du hêzan ku ewqas binpêkirinan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar