Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

Şêniyên Kobanê careke din kevir li dagirkeran barandin

Şêniyên Kobanê kevir li konvoya hevpar a rûs û dewleta tirk a dagirker barandin

Leşkerên artêşa tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên rûs vê serê sibê ji gundê Maris Mîle yê Kobanê ber bi herêma rojhilatê bajêr ve dest bi tûrên dewriyeya hevpar kirin.

Şêniyên Kobanê ku ji dîtina leşkerên tirk ên dagirker aciz in, kevir li wesayitên zirxî yên artêşa tirk a dagirker barandin.

Di 11’ê mijdarê de jî kevir li dagirkeran hatibû barandin. Li rojavayê Dirbêsiyê konvoya leşkerî ya her du hêzan bû sedema nerazîbûna gel. Şêniyên herêmê li her devera ku konvoy dîtin kevir li wan barandin.

Di 8’ê mijdarê de dema ku dewriyeya hevpar a tirk-rûs li Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Qamişloyê pêk dihat, şêniyên herêmê li ber rabûbûn. Di dema nerazîbûna gel de hêzên tirk ên dagirker ciwanê bi navê Serxwebûn Elî qetil kiribûn. Her wiha 5 sivîl jî birîndar kiribûn.

Di 5’ê mijdarê de dewriyeya hevpar a ji 7 wesayitên leşkerî yên rûs û 7 wesayitên leşkerî yên tirk pêk dihat, li gundên Kobanê jî bû hedefa kevirên şêniyên herêmê. KOBANÊ 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar