Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Şêniyên Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser pêyan

Şêniyên kantona Kobanê li dijî êrîşên dewlet tirk ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî xwepêşandanek lidar xistin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina bêdengiya civaka navdewletî ya der barê komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker li ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne de xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandan li qada Şehîd Egîd hat lidarxastin û bi hezaran şêniyên gund û bajarokên kantonê tev li xwepêşandanê bûn.

Di xwepêşandanê de Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kieşîş axivî û got di tişta ku Tirkiye navê ‘Kaniya aştiyê’ lê dike de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi sedan dibistan, sazî hatin rûxandin, bi hezaran xwendekar ji dibistanên xwe dûr ketin.

Silêman Kieşîş teqez kir ku yekitiya erebî, kurdî û ermenî şeklên herî baş ji berxwedana dîrokî ya gelê Sûriyeyê ya li dijî dewleta tirk a dagirker, derxist holê.

Endamê Komîteya Karûbarên Ol û Baweriyan Îbrahîm Remo jî anî ziman ku tekane rêyên li dijî dagirkeriya dewleta tirk yekitiya gelan, hevgirtin û guhnedana şerê psikolojik û çapemeniyê ye.

Her wiha Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa helwesta navdewletî ku tenê di aliyê daxuyaniyan de maye şermezar kir û got ku ev yek rê li pêşiya dewleta tirk a dagirker vedike ku komkujiyan pêk bîne heta ku gihişt asta ku fosfora spî li dijî gelê Sûriyeyê bikar bîne. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar