Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê bi dirûşma ‘Bi ruhê serhildana Şeladizê, dagirkeriya tirk em ê têk bibin Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin’ meşiyan

Di pêşengtiya Kongeraya Star û Meclisa Qamişloyê bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û gundewarên wê ya herêma Cizîrê bi dirûşma ‘Bi ruhê serhildana Şeladizê, dagirkeriya tirk em ê têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin’ daketin qadan, êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û herêmên bakur û rojhelatê Sûriyeyê bi meşeke şermezar kirin.

Meş ji qada Osman Sebrî dest pê kir û bê navber bi dirûşmêb ‘Na ji dagirkeriya tirk a li ser Xakûrkê, ‘Bimire dagirkeriya tirk’, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ heta Qada Şehîd Rûbar Qamişloyê berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Starê Şemsîxan Gulo axivî û ev tişt anî ziman: “Li dijî dagirekeriya dewleta tirk berxwedana gelê kurd a bêhempa rû dide. Em tu carî qebûl nakin axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan dagirker li ser bimînin, berxwedana Efrînê didome û em ê bi têkoşîna xwe axa xwe ji dagirkeriya tirk a li Xakûrk, Efrîn û hemû axa Kurdistanê rizgar bikin. Dê serkeftin a me be.”

Meş bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar