Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan

Li dijî komkujiya ku dewleta tirk a dagirker duh li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir, bi hezaran kes li heman herêmê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, ji qada Şehîd Xebat berê xwe dan mala malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê ku duh di encama êrîşa dewleta tirk de 3 ji welatparêzên heman malbatê şehîd bûn. Xelkê Qamişloyê bi hêrseke mezin li ber êrîşkarî û qirkeriya dewleta tirk rabû.

Girseya gel wêneyên Yûsif Gulo, herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo hilda ku di êrîşa duh a li taxa Hilêliyê de şehîd bûn.

Di xwepêşandanê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD’ê hatin hildan û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat qîrîn.

Di dawiya meşê de ku bi dirûşma ‘Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşgerî derkevin’ pêk hat, daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de li dijî her cûre gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker helwest û biryardariya têkoşînê hat nîşandan.

Girseya gel piştî çalakiyê berê xwe da konê sersaxiyê. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar