Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Şêniyên Rojava ji bo piştgirîdayîna berxwedan gerîla daketin qadan

Şêniyên navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê û bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê ji bo destkdayîna berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Şêniyên navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê û bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê ji bo destekdayîna gerîlayên azadiya Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker daketin qadan.

Bi sedan şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê û gundên wê û karmendên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn. Meşê ji têketina başûrê navçeyê dest pê kir û ber bi gundê Xirab Işikê ve dewam kir.

Şêniyan di meşê de berxwedana gerîlayan silav kir û êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş li qada giştî ya gundê Xirab Işikê veguherî mîtîngê. Hevseroka navçeyê Xedîce Faris axivî û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û berxwedan gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedan HSD’ê ya li hemberî dagirkeriya  tirk silav kir.

Her wiha Faris bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta tirk jî şermezar kir.

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana gerîla, bi dawî bû.

Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê jî bi heman armancî meşiyan

Meş ji çerxerêya El-Firin dest pê kir û li ber avahiya şaredariya bajarokê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endama Rêveber a Kongreya Star Fedye Îsmaîl axivî û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan êrîşan şermezar kirin û wiha got: “Dewleta tirk ne tenê dijminatiye gelê kurd dike dijminatiya hemû gelên herêmê dike. Gelê herêmê piştgiriya hêzên li çiyayên Kurdistanê dike, dê her tim wefadarê wan bin û şopdarên rêya şehîdan bin.”

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar