Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şerê giran diqewime artêşa tirk çekên kîmawî bikar tîne!

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji şevê din ve êrîşên xwe yên bejahî û hewayî bê navber didomîne. Şervanên HSD’ê ji her aliyan ve bersiva êrîşan didin

Artêşa tirk a dagirker ji şevê din ve heta vê kêliyê êrîşên xwe yên bejahî û hawayî li ser bajarê Serêkaniyê ranewestandiye û di van êrîşan çêkên giran û yên kîmyewî bi kar tînin. Şervanên HSD’ê bi çekên xwe yên sivik bersiva êrîşan didin. Ji şevê din heta niha gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne. Her wiha şehîdên HSD’ê jî hene. Rexmî teknîka pêşketî ya dagirkeran û hejmara wan a zêde, nedikarî derbasî navenda bajar bibe.

HSD’ê li hêzên taybet  a dewleta tirk xist

Şevê din hêzên taybet ên arteşa dagirker a tirk bi tevî gelek tang û maşîneyên zirxî xwastin êrîşî Eyn Îsayê bikin. HSD’ê bersiv da êrîşan û li gundê Khafiyah şerekî giran derket. Di şer de, wesayîteke dagirkeran hat rûxandin û gelek leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û birîndarkirin. Di şer de hinek alavên leşkerî ketin destê şervanên HSD’ê.

HSD’ê êrîşa li ser gundewarê Girê Spî şikand

Çeteyên artêşa tirk a dagirker duh derengî şevê êrîşî gundê Kendalê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şerek rû da. Şer heta serê sibehê dewam kir. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Li gundê Menacîr û Alyayê şer giran e

Li gundên Menacîr ê di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de û gundê Alyayê yê Til Temirê şerekî giran di navbera şervanên HSD û leşkerên artêşa tirk a dagirker de rû dide. Balafirên şer ên dagirkeriyê her gundan bombebaran dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar