Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 5 Haziran 2025

Şerê li ser sînorê Serêkaniyê zêdebû tevgera ambûlansan heye

Di saetên serê sibê de şerê li navçeya Serêkaniyê ya Bakurê Sûriyeyê zêde bû û komên OSO yên nû sewqî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kirin. Gelek ambûlans ji navçeyê derketin. Li aliyê din Nexweşxaneya Dawletê ya Nisêbînê ku duh ji ber operasyona li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê li sîvîlan hatibû girtin, ji nû de li sîvîlan hat vekirin

Piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji çeperên qereqolên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê heya derengiya şevê avêtina topan dewam kir. Li aliyê rojhilatê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê di saetên serê sibê de şerek zêde rû da û balafirên TSK’ê herêm bombebaran kirin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ligel pevçûnên zêde, sewqiyeta leşkerî jî dewam dike. Di saetên serê sibê de, bi wesayîtên zirxî yên TSK’ê re, komên nû yên “Artêşa Sûriya Azad” (OSO) sewqî navenda bajêr hatin kirin. Di heman demê de dengê ambûlansan bê navber ji bajêr bilind dibin û gelek ambûlans ji navenda bajêr derketin.

Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sîvîlan vebû

Piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh li navçeya Nêsibên a Mêrdînê pevçûnên mezin rû dan. Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bi hinceta “wê êrîş pêk bên” duh êvarî li sivîlan hatibû girtin.

Ji ber vê biryarê, nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatibûn kirin. Hat diyar kirin ku piştî çend saet şûnde, nexweşxane dîsa hat vekirin. RIHA/MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar