Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 18 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Serhat Eren: Herkes amade ye tenê dewlet ne amade ye

Serhat Eren diyar kir ku bi milyonan kes xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo derketin û wiha got: “Her kes amade ye rêxistina birêz Ocalan PKK’ê jî got ‘em amade ne’. Herkes amade ye dewlet çima ne amade ye? Pêwîste ji bo ev pêvajo bimeşe dewlet jî gavan biavêje. Operasyon bên sekinandin. Birêz Ocalan azad bibe.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi manîfestoya sedsalê Banga Aştî û Civaka Demokratîk re hemû planên dagirkeran vala derxist û rêya azadiyê danî pêşiya gelên Kurdisan û Rojhilata Navîn. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 1’ê Nîsanê de bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Qada Şêx Seîd a Amedê heta Amarayê meşiyan û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ê ku ew jî tev li meşa ciwanan bû têkildarî meşa ciwanan, banga Rêber Apo û mafê hêviyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Parlamenter Serhat Eren qala meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê ve çar rojan berdewam kir û wiha got: “Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û pêvajoyê bimeşîne, civakeke demokratîk were avakirin û ji bo piştgiriyê bidin banga birêz Abdullah Ocalan ciwanan ev meş da destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo encam bibe divê şert û mercên wî jî bên zelalkirin û azad bibe. Peyama herî mezin li Xelfetî û Amarayê hate dayîn.”

Serhat Eren diyar kir ku di 8’ê Adarê û Newrozê de jî bi milyonan mirovan sê peyamên herî girîng dan û wiha domand: “Van mirovan gotin ‘em bangawaziya birêz Ocalan destek dikin, ji bo ku bigihe armancê jî çi ji destê me were em ê bikin. Ji her demê zêdetir em ê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bi pêş bixin.’ Ya duduyan gotin ‘Ji bo ku birêz Ocalan di şert û mercên azad de xebata xwe bike, ji bo ku bi rêxistina xwe re têkiliyê bi pêş bixe, sazî û dezgehên sivîl re, bi çapemeniyê re, bi gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê re were gelhev, derbarê vê pêvajoyê de wan agahdar bike, em azadiya birêz Ocalan dixwazin’ Ya sêyan jî gotin ku ‘Divê dewlet gavan biavêje.’ Heta ne tenê li bakurê Kurdistanê ji çar parçeyên Kurdistanê sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî yên Kurdan di Newroza Amedê de dengê xwe bilind kirin û gotin ‘em piştgiriyê didin vê pêvajoyê, em gelek girîngî didin bangawaziya birêz Abdullah Ocalan’ her kes amade ye rêxistina birêz Ocalan PKK’ê jî got ‘em amade ne’. Herkes amade ye dewlet çima ne amade ye? Pêwîste ji bo ev pêvajo bimeşe dewlet jî gavan biavêje. Operasyon bên sekinandin. Birêz Ocalan azad bibe.”

Serhat Eren anî ziman ku dewleta Tirk 11 sal in biryara DMME’yê ya derbarê Rêber Apo de bi cih nayne û wiha pêde çû: “Desthilat berpirsyariya xwe bi cih naîne. Ne tenê ev biryar gelek biryarên ku DMMEyê dane hene. Em dixwazin ev biryar werin bicihanîn. Heke ev kirin ev jî gaveke. TMK li pêşiya her tiştî asteng e divê were guhertin. Her wiha Qanûna Înfazê. Gelek nexweşên giran hene di girtîgehan de, dema ku ev qanûn were guhertin dê girtiyên nexweş jî û rêzdar Ocalan jî azad bibin. Ne tişteke zor û zehmete ku Qanûna Mûhakemeya Ceza (CMK), Qanûna Ceza ya Tirkan (TCK) û TMK bên guhertin. Kesî destê AKP’ê û dewletê girênedaye. Pir bi rihetî dikarin van derxin bînin Meclisê û ji Meclisê bên derxistin. Ev bên kirin dê gelek gav bên avêtin. Pêwîste dewlet berpirsyartiya xwe bi cih bîne û birêz Ocalan azad bibe. Dewlet Bahçelî jî çend caran anî ziman lê em dibêjin anîna ziman ne bes e. Her kes behsa mafê hêviyê dike, biryara DMME’yê dike. Lê ne desthilat ne jî Dewlet Bahçelî di aliyê pratîkê de gavan naavêjin. Pêwîste ku gotin û kirinên wan bibe wekehev. Gotin heye kirin nîne ev nayê qebûlkirin.”

Serhat Eren: Ji bo pêvajo bimeşe divê dewlet jî gavan biavêje

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar