Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Serkeftina Qasim Keşko li Şengalê bi coş hat pêşwazîkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê serkeftina namzetê PADÊ Qasim Keşko pîroz kir û ev tişt parve kir: "Divê civaka êzidî êdî xwe bi xwe birêve bibe û rêveberên xwedî wijdan ên dilsozê êzidiyan hilbijêrin.”

Ji bo pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ Qasim Keşko, endamên Desteya Rêveber a Şengalê, Desteya Eşayîrî, Meclîsa Gel ya Şengalê, TAJÊ û Tevgera Ciwanên Êzidî daxuyanî dan çapemeniyê. Bi navê Meclîsa Xweser a Şengalê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî. Nayîf Şemo diyar kir ku wan kursiyeke Meclîsa Mûsilê bidest xistine û wiha axivî: “Nûnerê me mamoste Qasim Keşko bi ser ket. Em vê serkeftinê li hemû êzidiyan pîroz dikin. Em li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji ber kedeke mezin a şehîdên me di PADÊ de heye. Keda şervan û mirovên wêrek tê de heye. Divê gelê me êdî rê nede xwefiroşan, ji bo li ser wan serwer bibin. Bila zarokên Êzidiyan yên xwedî şeref, wijdan û wêrek û dilsoz bibin nûnerên Êzidiyan. Em dûbare vê serketinê li we tevan pîroz dikin.’

Qasim Keşko jî di daxuyaniyê de peyamek da û wiha got: “Em li hemberî hemû yên dixwazin zilmê li gelê bikin, bisekinin. Bi taybet jî em ê li hemberî pêkanînên PDK’ê rawestin. Nîvê zêdetirê Şengalê hîn wêrane, em ê ji bo avadankirina wê bixebitin. Ezê ji bo xweseriya gelê me bixebitin.”

Fermandariya Asayîşa Giştî ya Êzidxanê jî bi peyameke kurt ya nivîskî pîrozbahî li gel kir û wiha hate gotin: “Em di serî de vê serketinê li Rêber Apo, li şehîdan, hemû şehîdên fermanê, dayikan, li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, kesayetê welatparêz birêz Qasim Keşko û partiya me PADÊ pîroz dikin. Em vê serkeftinê li Êzidxanê pîroz dikin. Em ê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Her wiha di van kêliyan de jî li hemû navçeyên Şengalê û navenda wê çalakiyên pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînovayê de dewam dikin. Her wiha tê payîn ku li Şengalê îro bi wesîleya pîrozkirina serketina Qasim Keşko pîrozbahiyeke girseyî bê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar