Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Serokê Baroya Wanê: Li maleke vala 2 kes hat înfazkirin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras anî ziman ku leşkerên dewleta tirk a dagirker li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê 2 kes înfaz kirine û wiha got: “Leşkerên dewleta qirker nehiştin em bikevin gundê ku 2 kes lê hatin qetilkirin.”

Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî yê Wanê, leşkerên tirk li hemberî malekê operasyon kirin. Li gorî agahiyên ku gundiyan dayîne, leşkeran bêyî ku bangekî bikin mala vala bombe kirine. Piştî bombebarana ku 4 saetan dom kir, gund hate dorpêçkirin. Ji malbata Kiliççeken a li rex mala vala ya hatî bombekirin, 2 kes hatin destgîrkirin. Dorpêça li gund jî hîna dewam dike.

Doh bi şev Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras çû gundê Çamîliyê, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin ku bikeve gund. Ozaras got, li maleke vala du kes hatin înfazkirin û hê tespît nekirine ku ev kes kî ne. Ozaras destnîşan kir ku leşkeran dagirker li ser îxbarekê, bêyî ku li derdor tedbîrekê bigirin yan jî agahiyek bidin mal bombe kirine û got: “Nehiştin em bikevin gund, lê me bi mûxtarê gund re hevdîtin kir. Gund hîna dorpêçkirî ye. Gundiyan ragihand ku cenazeyek ji maleke vala hatiye derxistin û cenazeyek jî di bin kavilan de maye. Yanî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Em ê careke din hewl bidin ku bikevin gund. Di nava 2 rojan de, em ê têkildarî tiştên ku li gund qewimî ne, raporekê bi raya giştî re parve bikin. Mexdûriyetek cidî û binpêkirina mafan li holê heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar