Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Serokkomarê Iraqê Salih tê serdana Tirkiyeyê

Serokkomarê Iraqê Salih sibê li ser daxwaza serokkomarê tirk Erdogan tê serdana Tirkiyeyê. Tê payîn ku Erdogan ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan di serdanê de piştgiriya dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji Salih bixwaze

Di vê pêvajoya ku Tirkiye, bi armanca têkbirina desfkeftiyên gelê kurd, amadekariyên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser daxwaza serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan sibê tê serdana Tirkiyeyê. Di çarçoveya serdana xwe de dê Salih li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtinek pek bîne.

Serdana Salih hem ji aliyê serokkomariya Iraqê û hem jî ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve bi daxuyaniyên nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniya her du serokkomariyan de jî hat ragihandin ku dê di serdana Salih de ewlehiya sînor, êrîşên li hemberî PKK’ê û planên Tirkiyeyê yên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê bên nirxandin.

Her wiha ji aliyê serokkomariya Iraqê ve hat ragihandin ku ji bilî mijarên li jorê hatiye diyarkirin dê rewşa boriyên petrolê û geşkirina têkiliyên bazarî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî bên nirxandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erdogan beriya niha bi navbeynkariya sefîrê Bexdayê yê Tikriyeyê Fatîh Yildiz, Salih vexwendibû Tirkiyeyê.

Li aliyê din piştî biryara vekişandina Amerîka ya ji Sûriyeyê di heman çarçoveyê de serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî hatibû serdana Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê Rûhanî û Erdogan daxuyanî dabûn çapameniyê û ragihandibûn ku dê li herêmê biryarên hevpar bidin û dewstûr nedin pêşketinên bêyî daxwaza wan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar