Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Şervanan li başûrê Minbicê 8 çeteyên Tirk kuştin

HSD’ê ragihand ku di şer û pevçûnên ku duh li başûrê bajarê Minbicê qewimîn de 8 çete hatin kuştin 16 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûryeya Demokratîk der barê şer û pevçûnên ku duh li deverên başûrê bajarê Minbicê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker qewimî de daxuyanî da.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: “Di bersivdayîna êrişa çeteyên dewleta Tirkiyê yên li ser girê Syriatelê li başûrê bajarê Minbicê de, 6 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, li heman deverê wesayîteke leşkerî hate rûxandin.

Li gundê Tilerşê yê li başûrê bajarê Minbicê jî 4 çete birîndar bûn û çepereke wan hate rûxandin.

Li eniya Dêrhafirê hêzên me bersiva êrşînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Duh sêşemê dema ku komeke çeteyan amadekariya êrişê dikirin bûn armanca Yekîniyên Şehîd Harûn, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, yên mayî jî ji deverê reviyan.

Du çeteyan hewl dan bi motosiklêtê derbasî çeperên hêzên me yên li wê herêmê bibin, hêzên me bersiv dan, di encamê de çetyek birîndar bû yê din jî motosiklêtê li şûna xwe hişt û reviya. Li gundê Îmam jî hêzên me bi çekên giran li komeke çeteyan xistin, der barê encamê de agahiyên zelal tune ne.

Li hember êrişên hovane yên dagirkeriya Tirkiryê û çeteyên wê li ser welatiyên sivîl, duh sibehê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyeke lidar xistin, di çalakiyên baregehên dagirkeriya Tirk li gundên Etîq El Hewa û Hemdûş yên gundewarên Til Temirê bûn hedef, der barê hejmara kuştî û birîndaran de agayên zelal bidest neketin.

Di encama çalakiyên hêzên me yên duh de herî kêm 8 çete hatin kuştin 16 jî birîndar bûn, wesayiteke leşkerî ya çeteyan jî hate rûxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar