Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şervanên azadiyê Bendava Tişrînê bi taktîkên nû diparêzin

Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku ew bi taktîkên û Bendava Tişrînê ji êrîşên çeteyên dewleta Tirk diparêzin û anî ziman ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî DAIŞ-SMO ji bo Bendava Tişrînê dagir bikin bênavber êrîş dikin. Çeteyên ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk pêr ji gundên Qijlê û Xirbêt Zimala êrîş birin ser Bendava Tişrînê, lê belê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, YPJ û HSD’ê bersiv dan êrîşan. Berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê 13 roj in bê navber dewam dike. Şervan bi biryardariyeke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê têdikoşin.

Ji fermandarên ku Bendava Tişrînê diparêzin Viyan Soran anî ziman ku bi taktîkên nû gavên çeteyan pûç dikin û têkildarî rewşa hêzên parastinê ev agahî da: “Çeteyên ser bi dewleta Tirk, ji du baskan ve êrîş kirin. Êrîşên giran dikin, lê belê dikin nakin nikarin bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê jî çete bêçare man, ji ber ku li Tişrînê berxwedaneke dîrokî tê kirin. Me bersiveke xurt dan êrîşa pêr. Di encamê de gelek çete mirin, gelek jî birîndar bûn. Bi pêşengiya YPJ, HSD û YPG’ê em planên qirêj hemûyan têk dibin. Bi çekên herî giran êrîş dikin, lê belê em bi taktîkên nû bersivê didin êrîşên dagirkeriyê.

Me bi şênberî nîşan dan ku bi çi rengî em ê bersivê bidin êrîşên çeteyên dagirker ên ser bi dewleta Tirk. Em ti êrîşên li ser gel û destketiyên şoreşa xwe qebûl nakin. Em baş zanin ku bi taktîkên nû çawa bersivê bidin êrîşên dijmin. Gotinên ‘me bendav bi dest xist’ ên dewleta Tirk bi temamî dûrî ji rastiyê ye. Em li Bendava Tişrînê bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe dewam dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar