Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Şervanên Dêrazorê li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de ne

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê  diyar kir ku hêzên wan li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe didin û li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ne. Her wiha anî ziman ku xebat bi hevkariya rûspî û şêxên eşîrên Dêrezorê pêk tên. Fermandarekî li Dêrazorê: Hêzên me li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê ne.

Bermahiyên rejîma Esad ên rûxiyayî di 18’ê Çileyê de êrîşî noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên ewlekariyê û saziyên xizmetguzariyê yên li bajarokê Dîbanê yê kantona Dêrezorê kiribûn. Şervanên HSD’ê bersiva êrîşkaran da, li pey wan ketin û hejmarek ji wan li gel çekên ku di destê wan de bûn, girtin. Di 25’ê Çileyê de HSD’ê ji bo ku çekên xwe radest bikin, heta 10 Sibatê muhlet dabû bermahiyên rejîma berê yên “Dîfaa Wetenî”.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî têkildarî geşedanên dawîn ên operasyonên ewlekariyê li Dêrazorê, axivî û got: “Şaneyên rejîma berê hewl da nakokiyan di navbera gelên herêmê de derxin û ewlehî û aramiya kantona Dêrazorê têk bibin.”

Xebat El Şiêtî teqez kir ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê operasyon li hemû deverên herêmê pêk anîne û gelek endamên şaneyan hatine girtin û got: “Ew niha di destê dezgehên pêwendîdar de ne û gelek çek di destê wan de hatin girtin.”

El Şiêtî ev li axaftina xwe zêde kir: “Em li dû van şaneyan in û rê nadin ku li herêmê belav bibin û ewlehiya herêmê têk bibin. Pêwendiya bermahiyên rejîma berê bi endam û efserên wan ên li Iraqê re hene û hewl didin wan li herêmê têxin nava tevgerê.”

Xebat El Şiêtî diyar kir ku operasyona şopandina şaneyan bi hevkariya rûspî û şêxên êlên Dêrazorê pêk tên.

Xebat El Şiêtî tekez kir ku hêzên wan amade ne li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar