Şervanên Ereb ên li eniyên şer diyar kirin ku ew li dijî Erdogan û çeteyên wî axa xwe diparêzin. Şervanan destnîşan kirin ku moralê wan gelek bilind e û heta dawiyê dê axa xwe biparêzin
Dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke xedar pêk tînin. Li dijî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji şervanên kurd, ereb, tirkmen, ermen, asur û suryanan pêk tên jî berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Şervanên ereb ên niha li eniyên Til Temir û Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn.
Ji şervanên ereb ê YPG’î Hisên Elî Xelef diyar kir ku ew ji bo parastina gel û axa xwe li eniyê ne û wiha dom kir: “Ez ji bo ku ax û gelê xwe biparêzim hatime eniyê. Em weke YPG’ê her dem hene û em ê hebin. Hêza li hemberî me jî hatine welatê me dagir bikin. Li hemberî êrîşkaran em li ber xwe didin. Em ê wan ji axa xwe derxînin.”
‘Moralê me gelek bilind e’
Şervanê bi navê Necîb jî destnîşan dike ku dê her dem li ber xwe bidin û ew li dijî terorîst û êrîşkaran welatê xwe diparêzin. Necîb anî ziman ku Erdogan dixwaze axa wan dagir bike û ew jî li hemberî vê li ber xwe didin. Şervanê bi navê Muhan Ehmed jî bi lêv kir ku moralê wan hemûyan gelekî bilind e û hemû êrîşan pûç dikin.
‘Em ê nehêlin Erdogan bihusteka axa me dagir bike’
Herî dawî jî şervanê bi navê Ebû Şîrîn axivî û ev tişt destnîşan kir: “Em hêza Hesekê ne û îro li Eniya Til Temirê têdikoşîn. Em ji bo ax, gel û şerefa xwe li vir in. Em ê nehêlin ku Erdogan bihustek axa me jî dagir bike. Em ê şehîd û birîndar bibin lê em ê destûrê nedin ku Erdogan û çeteyên wî axa me dagir bikin.” TIL TEMIR