Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şervanên HREˈyê 24 dagirkerên tirk û çeteyên wê ceza kirin

Hêzên Rizgariya Efrînê li hemberî leşkerên tirk ên dagirker û çeteyan wan de çalakiyên bi bandor li da xistin. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên dagiker û 22 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kirine bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera kir. Di daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta tirk a dagirker bi awayekî namerdane li pêş çavên cîhanê êrişên xwe tîne ser gelê me , rêveber û pêşengên şoreşê dikin hedef. Li hemberê van êrişên heyî jî rêze çalakiyên me yê tolhildan û bersivdayînê ji bo şehîdên me yên van demên dawîn bi taybetî ji bo şehîd Zelal, Mazlûm, Diyar û Alaf, li xeta Bab, Mare, Ezaz, Şera û Şêrawa çêbûn.

Di vê çarçoveyê de:

1- Di roja 9’ê îlonê li xeta Ezazê di çalakiyekî taybet de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

2- Di roja 10’ê îlonê de çalakiyekî serdegirtinê li xeta Babê li hemberê komên çeteyên dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya serdegirtinê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 4 çeteyên dagirker birîndar bû. Di heman demê de di vê çalakiya heyî de dîsa seyarekî doçka 23 barkirî hat îmhakirin.

3- Di roja 11’ê îlonê de li Xeta Şera di encama çalakiyekî taybet de 1 leşkerê dagirker a tirk hat kuştin û her wiha dîsa heman rojê li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çete hat kuştin.

4- Di roja 17’ê îlonê de hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li xeta Ezazê li hemberê komên çeteyên dagirker lidar xistin. Di vê çalakiya heyî de 5 çeteyên dagirker hat kuştin.

5- Di roja 23’ê îlonê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê dagirker hat kuştin.

6- Di roja 23’ê îlonê de li xeta Babê di çalakiyekî taybet de 2 Leşkerên Dewleta tirk a dagirker birîndar bû

7- Di roja 7’ê cotmehê de li xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê dagirker hat kuştin.

8- Di roja 8’ê cotmehê de di çalakiyekî taybet a li xeta Babê de 1 leşkerê dewleta tirk dagirker hate kuştin û her wiha 2 leşker jî birîndar bû.

9- Di roja 9’ê cotmehê de li xeta Mare di çalakiyekî taybet de 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker birîndar bû. Di heman rojê de li xeta Şêrawa hêzên me bi tîmên pispor dikevin nava çeper û konên dagirkeran bê ku bi hêzên me bihesin li wir hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bandor li dagirker û çeperên heyî dixin, çeperên heyî û çeka Doçka 12’ê Nîv tên îmhakirin û her wiha hevalên me diçin ser cenazeyên dagirkeran, çek û alavên heyî desteser dikin. Di encama vê çalakiya heyî de 1 jê fermandarê bi navê Nadir Hesen giredayî Feylaq El Şam bi giştî 9 dagirker hate cezakirin û her wiha 3 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Di heman demê de di vê çalakiya heyî de ; 2 Çekên AK-47, 6 cerjorê AK-47, mîqdarekî cebilxaneya xwe, 1 rextê AK-47, Destêkê HYTERA, flaş, kart û hatin desteserkirin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de; 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker û 22 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 6 leşkerên dewleta tirk a dagirker û 7 çeteyên dagirker jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar