Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Şervanên HSD’ê 2 çeteyên dewleta Tirk kuştin

HSD'ê ragihand ku di şer û çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 2 çeteyên êrîşkar hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 2 drone jî hatin xistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk û çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan ên 2’ê Sibatê yên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê daxuyaniyek da. Daxuyanîiya HSD’ê wiha ye:

“Şervanên me, duh li eniya Pira Qereqozaxê bi çalakiyên bibandor bersiva êrîşên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Şervanên me di çarçoveya çalakiyan de li baregehên dagirkeran û kombûnên çeteyan xistin. Hejmara windahiyên wan nehat zanîn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin gundên derdora Pira Qereqozaxê û başûrê Kobanê bombebaran kirin û gundên Xeseq, Melha, Tîna û balafirgeha Sirînê kirin hedef. Di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn. Hevdemî bombebaranê, gundên Tîne, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sivê û Qereqozaxê ketober bi obîsên giran, moşek û tankan hatin topbarankirin.

Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek bê navber derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin û gundên derdora bendavê û yên başûrê rojhilatê Minbicê bi obîsan topbaran kirin. Şervanên me ku bersiva êrîşên dagirker û çeteyên wê dan, bi çalakiyên bi bandor li kombûnên çeteyên ên li gundên bakurê bendavê dan. Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî û nuqteyeke çeteyan xistin. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir. Şervanên me jî du dronên xwekujî ya çeteyan xistin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê Kobanê û şîrketa avê bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî li şîrketê bûn. Di dirêjahiya duh de tevgera balafirên şer û yên bê mirov li ser herêmê nesekinî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar