Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Şervanên HSD’ê baregeheke çeteyên Tirk rûxandin

HSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayîna rewa yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Qereqozaqê baregeheke çeteyan hat rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên bersivdayîna rewa yên dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê roja Çarşemê weşand. Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: “Roja Çarşemê balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê dewam kirin. Balafirên gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir û ji êvara Sêşem/Çarşemê heya saetên dereng ên êvara Çarşem/Pêncşem ve derdora Bendava Tişrînê bi obus û çekên giran topbaran kirin. Di topbaranê de zirar li hêzên me nebûn.

Hêzên me li Girê Qereqozaqê gelek çalakî li dar xistin, lê encamên van çalakiyan nehatin zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn jî li Girê Qereqozaqê li baregeheke çeteyan xist û baregeh bi temamî wêran bû.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dgirker gundên Xeseq, Mehlê û Dîkan ên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên navborî bi obîsên giran, topên hawanan û tankan bi awayekî ketober topbaran kirin. Gundên Xeseq, Tîna, Cada, Bîr Hiso û Qereqozaqê bi zêdetirî 150 topan hatin hedekirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê malek bombebebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û jinek birîndar bûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan û nuqteyeke hêzên me bombebebaran kirin. Ji ber bombebebaranê zerarên madî tenê çêbûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar